Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Saniye Serin ji ciyê bûyerê:

”Em di dikana Pressbyrå de asê ne”

Hat weşandin fredag 7 april kl 17.18
”Sê mêr li erdê bûn”
(4:10 min)
Saniye Serin li ciyê bûyerê bû û nuha di dikanekê de asê ye ta zelal bibe.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Saniye Serin li ciyê bûyerê amade bû. Ew nuha di dikana Pressbyråyê bi kesên din re asê ne ta polîs destûra wan bide derkevin.

Îro piştî nîvro kamyonek bi lez li ser cadeya meşê û ya bê siyare, Drottninggatan, ajot û li xelkê qeliband ta firoşgeha mezin ya Åhlens City.

Piştre kamyon ajot hundirê Åhlensê bi xwe. Li gor polîsê istixbaratê Swêdê sê kes mirin e û gelek birîndar in.

Têne ragihand ku ev kamyon hatiye revandin û nuha polîs li tawankaran digere.

Saniya Serin li cih amade bû û bi çavê xwe hertişt dît. Ew behsa tirs û şokeke mezin dike:

-Dengekî bi hêz hat, xelk tirsiyan û direviyan û dengê sîlah hat. Sê mêr li erdê bûn û gelek polîs li wê derê hebûn. Nuha em asê ne di dikana Pressbyråyê ta polîs destûra me bide em derkevin.

Hîna jî temamê navenda bajar ji aliyê polîs ve girtî ne û ji milet hatiye xwestin ku ji nîva bajarî dûr bikevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".