Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Polîs li vî zilamî digere

Hat weşandin fredag 7 april kl 19.12
Hîna kesek gûmanjêkirî nehatiye girtin
(2:03 min)
Polisens bilder på mannen de vill komma i kontakt med.
Polisens bilder på mannen de vill komma i kontakt med. Wêne: Polisen

Polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo, radigihîne ku hîna naxwazin vê êrîşê bi êrîşeke terorîstî bi nav bikin. Lê piştî bûyera îro polîs dixwaze bi vî zilamî re têkeve têkiliyê de.

Nuha polîs wêneyê zilamekî belav kiriye û ji milet dixwaze agahiyê bidin. Ew dibêjin divê bi vî Zilamî re têkevin têkirliyê de.

Wekî di vê wêneya ji kamîreyên çavdêrîkirinê de ye diyar e, zilamekî serê wî bi kumekî tarî nixumandiye, blûzeyeke reng vekirî li wî ye, bi cakêtekî keskê xakî, bantalonekî tarî û bi pêlavên sporê yên sipî ye.

Di civîna çapemenî ya Säpo û polîs de ku îro saet 17, piştî vê êrîşê li dar ket, hate ragihandin ku hîna gelek tişt ne diyar in.

-Ya ta nuha eşkere ye li gor Dan Eliasson, şefê polîsê giştî yê Swêd dibêje me kamyon heye û peywendî bi şofêrê wekî din vê kamyonê diajone re jî heye.

Lê yê ku ev kamyon ajotiye ne xuiyaniye. Beriya nuha polîsê li cih ragihandin ku sê kes mirine lê nuha polîsê serenaserî naxwaze bi dirustî bêje bê hejmara mirî û birîndaran çend e.

Polîs dibêje ku wê nexweşxane wan agahiyan ragihîne.

Kamyona di vê êrîşê hatiye bikaranîn ji şirketa Spendrupsê ye. Têne gotin ku kesekî serînixumandî êrîşî şofêr kiriye û kamyon revandiye.

Ta nuha kesek nehatiye girtin lê jêpirsîn bi du kesan re hatiye kirin.

Hîna jî gelek dever girtîne, sûkên sergirtî yên navbajarî jî hatine girtin û Mall of Scandinavia jî.

Hemû nexweşxaneyên Stockholmê xwe îro amade kirine ser asta rewşên felaketê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".