Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

4 kes mirî û 15 kes birîndar in

Hat weşandin fredag 7 april kl 21.05
"Çavdêriya sînoran wê bêne şidanin“
(1:32 min)
Cadeya Drottninggatan.
Wêne: Tomas Oneborg/SvD/TT

Nuha polîs ji Radyoya Swêdê re radigihîne ku çar kes jiyana xwe ji dest dane û 15 kes birîndar in.

Neh ji birîndaran bi birînên giran in, gelek ji wan zarok in.

Di civîna çapemenî ya ku polîs vê şevê li dar xist eşkere kirin ku wan kesek li Märstayê li derveyî Stockholmê girtine yê mutabiqî wî kesê berê lê digeriyane û wêneyê wî belav kirine.

Polîs gelekî hişiyar e û naxwaze agahiyên zêde derbarê vî kesî bêje, lê ya gotine ew e ku gumana wan heye ku ev kesa li ciyê bûyerê bû.

Lê ya naskirî ew e ku ev kesa kamyon neajotiye lê wê li ciyê bûyerê amade bûbe.

-Stefan Hector ji beşê operativ yê polîsê neteweyî, NOA, di vê civînê de got ku wê polîs di hemû herêman de xwe bihêztir bike, li wan ciyên ku milet li wan dicivin.

Herweha wê polîs li ser sînorên welatî çavdêriyê bişidîne da ku kesên bi gûmana tevlîbûna di vê êrîşê de ne bêne girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".