Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven:

"Hûn nikarin me bişkînin“

Hat nû kirin fredag 7 april kl 23.15
Hat weşandin fredag 7 april kl 22.04
"Temamê Swêdê bi we re ne"
(2:07 min)
Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven di civîna  çapemenî de.
Wêne: Fredrik Persson/TT

"Hûn nikarin me bişkînin, hûn nikarin biriyarê li ser jiyana me bidin, hûn nikarin biserkevin“.

Ev gotinên serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven bûn di civîna çapemenî ya duem de ku îro saet 21:30 li dar ket, derbarê pêşketinên herî dawî yê êrîşa îro nîvro li navenda bajarê Stockholmê rûda dabû.

Löfven soz da ku ew û hikûmet wê her karekî bikin ji bo emniyeta miletî.

Axaftina Löfven têr hest bû û pêşî gotinên xwe pêşkêşî kes û ehlên qurbaniyan kir û got “Temamê Swêdê bi we re ye“.

-Eger ev êrîşeke terorîstî be wê demê mebest rûxandina demokrasiyê ye lê kiriyarên wiha wê tucarî li Swêdê bisernekevin. Peyama me wê herdem zelal be. Hûn tucarî bisernakevin.

Di civîna çapemenî de Löfven bi gotinên germ pesna xelkê Stockholmê da yên îro mala xwe ji hev re vekirin, ji wan kesên asê mabûn ji ber rawestandina sîstemên trafîkê û çûnûhatinê nikarîbûn xwe bigihînin malên xwe.

Löfven her wekî polîsê seranserî jî ragihand ku wê çavdêrîkirina ser sînoran bêne şidandin di karê ewlekirina civakê de û peydakirina kesên bi girêdanin di vê êrîşa terorîstî ya gûmanjêkirî de.

Ji êvarî de jî sîstema tunnelbanayê, ango metro, û wesayitên din yên kolektîv kar dikin lê li rawestgeha T-centralen û Hötorgetê nasekinin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".