Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zilamek bi biryara dozger hat girtin

Publicerat lördag 8 april kl 07.18
"Bi şika terorê û kuştinê hat girtin"
(2:44 min)
.
Foto: Markus Schreiber

Zilamekî ji Uzbekîstanê bi şika xurt ku êrîşa terorî li navenda Stockholmê pêk anîye ji aliyî dozger ve hat girtin.

Vê yekê Karin Rosander ji dezgeha dozgerîyê ji nûçeyên Radyoya Swêdê re dibêje.  

Zilamekî din jî duh êvarê ji ber şika têkilîya bi vî zilamî re hatîye girtin.

Di êrîşa terorî ya roja înê piştnîvro de 4 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn.  Ji birîndaran 6 kes vegerîyane malên xwe, rewşa 9 birîndaran xedar e. Yek ji birîndaran zarok e.

Êrîş li cadeye Drottninggatan ya nava bajêr pêk hatibû. Zilamekî dest danîbû ser kamyonekê û ajotibûn ser însanên ku li cadeyê dimeşîyan û piştre li avahîya maxaza Åhlénsê qelibîyabû.

Cihê bûyerê hîna jî ji aliyê polîs ve asêkirîye.

Katarina Helmersson, nûçegîhana Radyoya Swêdê radighîne ku polês astengîyan danîye ser cadeya Drottninggatan, lê jîyana rojane hêdî bi hêdî vedigere navenda bajêr.

Polîs, duh piştî êrîşê qismekî navenda bajarê Stockholmê vala kiribû û hemû seferên metro, trên û otobûsan sekinandibûn. Trafîka Stockholmê ji duh bişev ve û serê vê sibê hat sistkirin û weke rojên normal diherike. Herweha seferên trênan yên nav bajarên Swêdê jî jinûve destpêkirine.

Li ser sînoran jî kontrola derketina ji derveyê Swêdê hat xurtkirin. Ji ber vê yekê Çûnûhatina navbera Swêd û Danîmarkayê hêdîtir bûye.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".