Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Eyfil ji bo Stockholmê vemirî

Publicerat lördag 8 april kl 09.31
Pûtîn: "Xelkê rûsî ji bo Swêdê digirî"
(2:00 min)
.
Foto: Michel Euler

Duh bişev quleya Eyfilê ya li Parîsê ji bo rêzgirtina qurbanîyên êrîşa terorî ya li Stockholmê lampeyên xwe piştî nîvê şevê vemirandin.

Êrîşa terorî ya li Stockholmê li çardorên cîhanê hat şermezarkirin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bûyer mehkûm kir û got ”xelkê Rûsyayê ji bo Swêdê digirî”.

Serokên Yekîtîya Ewrûpayê jî bûyer şermezar dikin û dibêjin êrîşek li hemberî welatî endam êrîşek li dijî me hemûyan e.

Mark Toner, berdevkê wezareta derve ya amerîkî dibêje ew vê êrîşa xedar û bêmane şermezar dikin û amade ne bi her awayî piştgirî bidin Swêdê.

Sekreterê Gîştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî dibêje ew hêvîdar e berpirsîyarên vê êrîşê werin mehkemekirin û hesabê bidin.

Wezîrê derve yê Fînlandîyayê Timo Soini dibêje Stockholm weke peytexta dûem e ji bo fînlandîyan, zêdeyî 70 hezar fînlandî li vir dijîn û bi hezaran jî her sal têne serdana Stockholmê.

Timo Soini dibêje ew gelekî xemgîne ku êrîşeke ewqas wehşîyane pêk hatîye.

Serokkomar Fransayê François Hollande piştgirîya gelê fransî ya ji bo qûrbanîyên êrîşê û gelê Swêdê dîyar dike.

Bi armanca piştgirîya bi xelkê Swêdê re li Parîsa ku çend caran bûye hedefa terorê quleya Eyfelê piştî nîvê şevê ji bo bîranîna qurbanîyan hat vemirandin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".