Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Em ê rênedin terorê!"

Publicerat lördag 8 april kl 12.51
"Swêd welatê me ye jî"
(2:56 min)
.

Nûnerên kurd li Swêdê êrîşa terorî ya li navenda bajarê Stockholmê bi tundî şermezar dikin, sersaxîyê ji bo qurbanîyan dixwazin.

Keya Îzol, serokê Federasyona kurdan li Swêdê (FKKS), dibêje Swêd welatê me kurdan e jî ku li vir dijîn: ”Ev li alîyekê têkoşînekê ji bo demokrasû û mafên mirovan û li alîyê din jî hêzên tarî hene, dixwazin jîyana me tarî bikin. Em ê rê nedin!”.

 Ayşe Göktepe nûnera Navenda Civaka Demokratîk ya Kurdan (NCDK) li Swêdê ye û ew jî dibêje ”Gelê kurd hertim bi van tiştan re rûbirû ye. Li dinyayê hîç gelekî din tuneye ku bi qasî me ewqas zêde sempatî bi qurbanîyên terorê re nîşan bidin. Kurd vê yekê gelekî baş fêm dikin!”

Şoreş Rahîm Qadir, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê (KRG) jî sersaxî ji bo qurbanîyan, gel û hikûmeta Swêdê re dixwaze. ”Kurd beşekê tarîxa Swêdê ne…çawa ku Swêdê gelek caran alîkarîya kurdan kirîye em jî amade ne piştgirîya miletê Swêdê bikin!”.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".