Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Polês: “Şika me her diçe piştrast dibe!”

Publicerat lördag 8 april kl 13.53
"Her tişt ji bo Stockholmê seferber e"
(2:57 min)
.
Foto: Anders Wiklund/TT

"Agahîyên di destê me de hene  her diçe bêtir û bêtirpiştrast dike ku ew kesê şikdar me girtîyê bi vî sûcî rabûye. Ev pêbawerî di encama lêpirsîna fereh de, lê her weha girtina îfadeyê wî kesî de derketîye holê". Vê yekê midûrê gîştî yê polês Dan Eliasson di civîneke çapemenîyê da zanîn.

Dan Eliasson dibêje ”bi ya me di vê êrîşê de çend kesên din jî cîh girtine û di vî derbarî de lêgerînên me didomin”.

Di hundirê wê qamyona ku duh li Stockholmê ajotibû ser xelkê de bombeyekê hebûye. Vê yekê rojnama Aftonbladet û Televîzyona swêdê radighînin li ser bingehê çavkanîyên xwe yên di nava teşkîlata polês de.

Bombe li malê hatîye çêkirin, li gorî van çavkanîyan. Zilamê ku kamyon ajotibû ser xelkê xwestîye bombe biteqîne li biserneketîye û xwe şewitandîye.

Li ser agahîyên ku di kamyonê de bombe hebûye jî berdevkê Dan Eliasson got: ”Em dikarin bibêjin me hacetekê di kamyonê de dîtîye ku divîya li wir tunebûya, lê em nikarin bibêjin ka ev bombeye yan jî sotemenîyekê ye yan na. Lêkolîna me berdewam e.”

Her tişt ji bo Stockholmê seferber e

Jonas Hysing şefê operayona polês e û wî jî di civîna çapemenîyê de got: ”Hemû îmkan û derfetên di destê polês de ji bo Stockholmê hatîye seferberkirin. Hêza taybetî ya polês jî li ser wezïfeye. Her weha ji bo em karibin hêza xwe lez tevgerînin ji bo me hejmarek helîkopter hatine dayîn. Me kontrola ser sînoran xurt kirîye, bi armanca ku şıkdarên din yên di vê büyerê de nikaribin birevin derveyê welat."

Şefê îstixbarata swêdî SÄPOyê Anders Thornberg dibêje heta niha ev zilamê şikdar ku hatîye girtin di tu lêkolînekê wan de tunebûye. Lê sala çûyî hîn îstixbaratên çalakîyekê giha bû destê wan, lê ew nikarîbûn delîlek di vî derbarî de peyda bikin.

Zilamê ku şik jê tê kirin êrîşa terrorî pêk anîye 39 salî ye û ji Uzbekîstanê ye. Û ew niha bi biryara dozger girtîye – zilam duh êvarê li semta Märstayê li bakûrê Stockholmê hat girtin.

Nûnerên partîyên sîyasî îro yekdengî kirin û gotin divê ew civaka azad nakin qûrbanîyê terorê, ji bo vê divê tedbîrên têne girtin vê hesasîyetê bide ber çav. Partîyan herweha pesnê xebata polês jî dan.

Wezîrê hundir Anders Ygeman dibêje ew gelekî ewle ye ku dê polês karibe vê lêpirsînê serkeftî bibe serî.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".