Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Referandûma Tirkî li Swêdê tê li dar xistin

Hat weşandin lördag 8 april kl 17.01
"Encam ê bibe erê û hingî kes ê nikaribe me bide sekinandin."
(5:13 min)
Folkomröstning i kista
1 av 3
Dengdana li Kista li Stockholmê. Wêne: TT/SR
Konê aliyê erê, ku piraniya wan alîgirê AKPê ne, li ber avahiya fûara Kista. Wêne: SR
2 av 3
Konê aliyê erê, ku piraniya wan alîgirê AKPê ne, li ber avahiya fûara Kista. Wêne: SR
Konê aliyê na, ku piraniya wan alîgirê HDPê ne, li ber avahiya fûara Kista. Wêne: SR
3 av 3
Konê aliyê na, ku piraniya wan alîgirê HDPê ne, li ber avahiya fûara Kista. Wêne: SR

Xortek ku bi dê û bavê xwe re hê nû deng daye û ji ser sindoqê vedigere dibêje vir e, ez bawer nakim ku piştî referandûmê Tirkiye yê bibe dîktatorî.

Îro û sibê, 8 û 9ê nîsanê, hevwelatiyên Tirkiyeyê yên li Stockholmê ji bo referandûma guhertina makezagona Tirkiyeyê li Stockholmê deng didin.

Sefareta Tirkiyeyê ya Stockholmê li Kista beşek ji avahiya fuarê, ya Kistamässanê ji bo dengdanê kirê kiriye.

Heman xortê ku naxwaze navê xwe diyar bike dibêje encama vê referadûmê dê teqez erê derkeve û wê demê guhertinên mezin ê pêk werin.

Tirkiye dê ber bi başiyeke mezin ve here, ji aliyê ekomomîk ve, ji aliyê teknolojiyê ve dê ber bi başiyeke mezin ve here. Kes ê nikaribe me bide sekinandin.

 Oguzhan xortekî din e ku îro deng dide. Ew dibêje ez alîgirê partiya MHP me û eger ”erê” ji bo welatê min baş be bila erê be. Oguzhan dibêje ku erê bi xêr be bila bibe erê. Ku ev sîstema nû bi kêr neyê mirov dikare vê biguhere.

Kesekî din ku îro deng dide Sefkan Halbori ye. Ew bi eslê xwe zaza ye û alîgirê partiya CHPyê ye. Ew dibêje  ku encam bibe erê rewşa xerab ku ji vêga ve dest pê kiriye dê xerabtir bibe.

Sefkan Halbori dibêje ji vêga ve tê dîtin ka hêza Erdogan zêdetir bibe çi yê bibe. Girtina rojnamevanan, binpêkirina azadiya xweîfadekirinê, gavên wiha antîdemokratîk têne dîtin û eger encam bibe erê ev ê xerabtir bibe.

Piraniya kesên ku îro dengê na didin diyar dikin ku eger encam bibe erê serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ê bibe dîktator.

Şerîf bi malbata xwe re ji Västeråsê hatiye Stockholmê deng bide. Ew dibêje hêza Erdogan zêdetir bibe jixwe ew ê bibe dîktator.

Dengdanê serê sibehê bê kêşe û gengeşe dest pê kir. Li derve aliyê erê û yê na her yekê çadirek vedana û bi muzîka propagandayê govendê digirin. Hejmareke mezin a polîsan jî li ber û di nava avahiyê de hazir in.

Li gor berpirsên partiyên siyasî beşdarbûna referandûmê li gor hilbijartinên 2015an kêmtir xuya dike.

Hakan Güner berpirsê partiya CHP ye ku weke HDPê li aliyê ”na” ye. Ew dibêje di halê hazir de  beşdariyeke mezin nayê dîtin, lê dîsa jî gel hêdî hêdî tê. Hêvî dikim beşdarî dê ji yên hilbijartinên 2015an zêdetir be. Ji ber ku ev kêşeyek e. Ji sedî 20 ê kesên ku dikarin li Swêdê deng bidin deng didin. Em hêvî dikin ev zêdetir be, ji sedî 50-60 be vê carê dê gelekî baş be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".