Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Erîşa ser Stockholmê

Polîs bi şev avête ser Sollentunayê

Hat weşandin måndag 10 april kl 09.37
"Mezinahiya welatê me kelema ber çavê van cenawiran e."
(4:12 min)
Polis
1 av 3
Polîs piştî êrîşê. Wêne: /TT
Polîs avête ser cihekî li Sollentunayê, li bakûrê Stockholmê.
2 av 3
Polîs avête ser cihekî li Sollentunayê, li bakûrê Stockholmê. Wêne: Johan Nilsson/TT
Gel ji bo spasiyê doh di xwepêşandana evînê de erebeyên polîs bi kulîlkan xemilandin.
3 av 3
Gel ji bo spasiyê doh di xwepêşandana evînê de erebeyên polîs bi kulîlkan xemilandin. Wêne: Johan Nilsson/TT

Piştî êrîşa bi gumana terorê ya li navenda Stockholmê xebatên polîs bêyî ku werine kêm kirin berdewam dikin. Şeva navbera yekşem û duşemê de polîs avête ser şirketeka paqijkirinê ya li Sollentunayê.

Polîs radigihîne ku wan doh şeva dereng bi 15 erebeyan û bi polîsên bi zirx û sîlehên giran avêtine ser cihekî li bakûrê Stockholmê li Sollentunayê. Li gor rojnameya Expressenê ev cih şirketeke paqijkirinê ye û têkiliyên zilamê 39 salî ku ev êrîş pêk anî bi vê şirketê re hene. 

Polîs bi xwe di halê hazir de naxwaze agahiyên zêdetir li ser avêtina ser şirketê bide. Carina Skagerlid berdevka çapemeniyê ya polîs e.

Ew dibêje ez nikarim li ser xebatên taybet ku polîs dike tiştekî bêjim, ka ew li ser çi têne kirin an çi têkiliya wan bi êrîşê ve heye. Ew dibêje lê xebatên wan ên li ser êrîşê bêyî ku werine kêm kirin bi awayên lêkolîn û çavdêrîkirinê berdewam dikin.

Di halê hazir de du kes bi gumanên xurt ên tevlîbûna êrîşê girtî ne. Gelek kesên ku îfadeya wan hatiye girtin jî hatine berdan. 

Avûkatê zilamê 39 salî yê gumanjêkirî Johan Eriksson dibêje ev dozeke gelekî taybet e. Ew diyar dike ku weke di bûyera Breivik a li Norwecê de divê em nîşan bidin ku Swêd welatekî demokratîk e û ev doz bi awayekî adil û hiqûqî were meşandin. Ez ê ji bo ev bi cih were hewl bidim.

Di encama êrîşa bi kamyon a roja înê ku li navenda Stockholmê, li cihê herî qelebalix ê bajêr hate kirin 4 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn, birînên 2an ji van giran in û ew di bin tedawiya întensîv de ne.

Ji çar kesên mirî yek brîtanî, yek belcîkî û du jî swêdî ne. Yek ji swêdiyan keçeke 11 salî ye.

Ji bo bibîranîna qurbaniyên êrişê doh li saet 14an xwepêşandaneke evînê li cihê bûyerê, li meydana sergelê hate li dar xistin. Bi hezaran stockholmî ji bo ji nefretê re bêjin na û evînê nîşan bidin civiyan.

Yek ji kesên ku ev xwepêşandan amade kir Damon Rasti ku bi eslê xwe ji Îranê ye di axaftina vekirinê de wiha dibêje: 

Mezinahiya welatê me, bi îxtimaleke mezin neteweyê herî modern ê cîhanê, kelema ber çavên van cenawiran e ku dixwazin di armanca me ya baştirbûna daîmî de me bi baş ve bikişînin. Loma girîng e ku di vê dema xemgînî û tirsê de em danekevine dereceya prîmîtîv a xerabî û bedxwaziyê.

Di xwepêşandanê de li saet 14:53, saeta ku êrîş qewimî qurbanî bi deqîqeyeke bêdeng hatine bi bîr anîn. Herwiha îro li saet 12an li seranserê Swêdê ji bo bibîranîna qurbaniyan deqîqeyeke bêdeng tê li dar xistin û li avahiya şaredariya Stockholmê jî bi beşdarbûna şahê Swêdê Carl Gustav û serokwezîr Stefan Löfven merasîmek tê çê kirin. 

Piştî bûyerê gel, siyasetmedar û pispor pesnê xebatên polîs û xizmeta tenduristiyê didin ji ber ku wan bi dest xwe re midaxele kirin. Birîndaran bi dest xwe re alîkariya pêwîst standin û kontrola polîs a ser bûyerê baş bû. Doh di dema xwepêşandana evînê de erebeyên polîs ên li meydana Sergelê bi kulîlkan hatine xemilandin û gel şexsen spasiya polîs dikir.

Xebateke din a ku polîs zû kir girtina kesê gumanjêkirî ye. Kesê ku guman hene ku kamyon diajot jî zû hate girtin. Ew êvara êrîşê li Märstayê dema direviya hate girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".