Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Temamê Swêdê bi we re ye"

Hat weşandin måndag 10 april kl 13.08
"Hevgirtin û demokrasiya me yê li hember dîndariya kor bi ser bikeve."
(1:49 min)
Swêdê ji ber şînê li avahiya şaredariyê ya Stockholmê nîvhildayî ye.
1 av 2
Ala Swêdê ji ber şînê li avahiya şaredariyê ya Stockholmê nîvhildayî ye. Wêne: Anders Wiklund/TT
Şahê Swêdê û malbata wî di merasîmê de.
2 av 2
Şahê Swêdê û malbata wî di merasîmê de. Wêne: Anders Wiklund/TT

Qurbaniyên êrîşa Stockholmê li seranserê Swêdê hatine bibîranîn.

Îro li saet 12an qurbaniyên êrîşa Stockholmê bi deqeyeke bêdeng li seranserê Swêdê hatine bibîranîn. Şahê Swêdê, şahbanû û malbata wan bi serokwezîrê Swêdê û siyasetmedarên din ên welêt re beşdarî merasîma bibîranînê ya li avahiya şaredariya Stockholmê bûn. 

Serokwezîr Stefan Löfvén di merasîmê de pesnê polîs û karkerên xizmeta tenduristiyê da û diyar kir ku malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane ne bitenê ne.

Stefan Löfven bangî malbatên qurbaniyan dike û dibêje vêga bîranîn ji we re mane. Axaftin, nêrîn û kenê berê. Bêrîkirineke bêdawî ji we re maye. Ez dixwazim bêjim ku hûn ne bitenê ne, fikra me li ser we ye. Temamê Swêdê bi we re ye.

Löfven di berdewamiya axaftina xwe de dibêje demokrasiya me dê li hember dîndariya kor bi ser bikeve. 

"Hevgirtina me dê tim ji hêzên ku dixwazin me ji hev belav bikin bihêztir be, modela me ya civakî û demokrasiya me dê tim li hember dîndariya kor bi ser bikeve."

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".