Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Polîs: Lêkolîn dikare salekê bigire

Hat weşandin måndag 10 april kl 13.42
"Em li komên rasîst dinêrin da ew êrîşê tolhildanê nekin."
(1:54 min)
Civîna polîs.
Dîmenek ji civîna polîs a îro. Wêne: Jessica Gow/TT

Di civîna îro de tê diyar kirin ku heta niha îfadeya 600 kesî hatiye girtin.

Polîs di civîna çapemeniyê ya îro de diyar dike ku lêkolîna li ser êrîşa Stockholmê û kesên gumanjêkirî dikare salekê bigire.

Li gor agahiyên ku polîs dide heta niha du kes bi gumanên xurt hatine girtin. Yek jê ajovanê kamyonê ye. Kesên din ku ji bo îfade girtinê hatine girtin piştî îfadedanê ji aliyê polîs ve hatine berdan.

Polîs diyar dike ku kesê ku kamyon ajotiye ji bo komên terorîstî yên weke Daişê sempatî nîşan daye û delîlên heyî me piştrast dikin ku kesê me girtî kesê êrîş kiriye ye.

Midûrê giştî yê polîs Dan Eliasson dibêje ji aliyê lêkolînê ve ji ber ku kesê êrîş kirî di destê me de ye em dilrehet in. Ji aliyê delîlên polîsî ve ez piştrast im ku kesê di destê me de kesê êrîş kiriye ye.

Polîs diyar dike ku piştî bûyerê ew herwiha hay jê hene da ku komên rasîst ti êrîşên weke bersiv pêk neyênin. Ew tirs dikin ku komên wiha bixwazin tolê hildin û êrîşê kesên biyanî bikin û ji bo ev neqewime tedbîr têne girtin.

Midûrê giştî yê polîsê îstixbaratê, SÄPO, Anders Thornberg dibêje em li komên din ên ektremîst ên weke tevgerên rasîst dinêrin da em bibînin ka ew ti reaksiyonan didin.  Gelek kesên li van derdoran aciz in û heye ew bixwazin êrîşên tolhildanê û bûyerên neqanûnî bikin. Loma em tedbîran digirin da bûyerên wiha neqewimin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".