Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zilamê 39 salî yê binçavkirî tê girtin

Hat weşandin måndag 10 april kl 16.18
Dê girtî bimîne.
(1:04 min)
zilamê gumanjêkirî.
Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Daîreya Dozgeran, Åklagarmyndigheten vêga radigîne ku zilamê 39 salî ku bi gumana sûcê terorê piştî êrîşa bi kamyonê ya li Stockholmê hatiye bin çav kirin tê girtîgeh kirin.

Ev tê wê maneyê ku lêpirsîn û lêkolîna li ser zilam dê di girtîgehê de berdewam bike. Alîkarê dozger Hans Ihrman ji bo vê serî lê daye. 

Daîreya Dozgeran radigihîne ku eger pêwîst be zilamê duyem jî ku di halê hazir de binçavkirî ye dê roja çarşemê were girtîgeh kirin.

Ji ber ku gumana li ser zilamê 39 salî gelekî mezin e binçavkirin bi girtîgehê tê guhertin û lêkolînê wiha berdewam bike.

Zilamê 39 salî ku li gor polîs bi kamyonê êrîşî ser kolana herî qelebalix a Stockholmê kir û 4 kes kuştin  û 9 kes jî birîndar kirin bi eslê xwe ji Ozbekistanê ye.

Ew weke penaxwaz hatiye Swêdê, lê Daîreya Koçê daxwaza wî ya penaberiyê red kiriye. Diviyabû ew were dersînor kirin. Lê wî xwe veşartibû û li Swêdê qaçax bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".