Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Kongreya partiyê.

Qezencên saziyên refahê yê werine bi sînor kirin

Hat weşandin måndag 10 april kl 16.49
Ewlehî di demeke nû de.
(1:21 min)
Serokwezîr Stefan Löfven bi wezîra aboriyê Magdalena Andersson re li kongreya partiyê li Göteborgê.
Serokwezîr Stefan Löfven bi wezîra aboriyê Magdalena Andersson re li kongreya partiyê li Göteborgê. Wêne: Adam Ihse/TT

Sosyaldemokrat dixwazin sînorekî ji bo qezencên ku dibistan û nexweşxane dikarin bikin deynin.

Partiya mezin a hikûmetê Sosyaldemokrat roja şemiyê li Göteborgê dest bi kongreya partiyê kirin. Kongre yê heta çarşemê berdewam bike.

Di kongreyê de serokê partiyê û serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven careke din weke serok hate hilbijartin.

Dirûşma partiyê ya kongreyê îsal ”trygghet i en ny tid” ango di demeke nû de ewlehî ye. 

Êrîşa li Stockholmê tesîreke mezin li kongreyê jî dike. Lê xebat dîsa jî têne meşandin.

Penaberî, ewlehî û saziyên refahê mijarên girîng in ku partî li ser hûr dibe.

Li gor pêşniyaza ku partî di kongreyê de li ser disekine ji bo di saziyên refahê de ber li qezencê were girtin divê qanûn û qaîde werine danîn.

Ev tê wê maneyê ku partî dê bi sendîkaya karkeran LO re hewl bide da ku sînor li ser qezencên ku saziyên refahê dikarin bikin were danîn.

Saziyên refahê daîre û cihên weke dibistan û nexweşxaneyan in ku xizmeta civakî didin. Berî kongreyê partiyê qala bisînorkirina qezencên li dibistanan kiribû, lê vêga ew xizmeta tenduristiyê jî dixine nav vê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".