Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Êrîşa Stockholmê

Biryara girtina zilamê 39 îro tê dan

Hat weşandin tisdag 11 april kl 09.21
Dê bi gumana sûca terorê were girtin.
(1:48 min)
zilamê gumanjêkirî
Wêne: Anders Wiklund/TT

Îro li saet 10an li Dadgeha destpêkê ya Stockholmê dadgehkirina girtina zilamê 39 salî dê were li dar xistin.

Li gor qanûnê dema binçavgirtinê 72 saet in û peyre divê bi dadgehkirinekê biryara girtinê were dan. Zilamê 39 salî yê ji Uzbekistanê dê bi gumana terorê û kuştinê were girtin.

Polîs berî niha diyar kiribû ku delîlên ku gumanan piştrast dikin gelekî zelal in. Di dadgehkirina îro de ew ê ji bo cara pêşîn bi awayekî vekirî bersiva gumanên li ser xwe bide.

Ji bo dadgehkirinê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê têne girtin û dadgehkirin bi xwe li salona parastî ya Dadgeha destpêkê ya Stockholmê tê li dar xistin.

Zilamê duyem jî ku di halê hazir de ji ber sedemên mentiqî bi gumana terorê binçavkirî ye divê sibê heta saet 12an an were berdan an jî biryara girtina wî were dan.

Pisporê hiqûqê û dozgerê berê Sven-Erik Alhem dibêje ji xeynî kuştinê divê were îsbat kirin ku êrîşa vî zilamî herwiha teror e. Da ku ew ji ber vê jî were ceza kirin.

Sven-Erik Alhem dibêje di vê rewşê de divê dozger nîşan bike ku motîva vî kesî afirandina tirsê ya di nav komeleke gel de ye. Bi vê rêyê ew dikare bi sûcê terorê jî were ceza kirin. Naxwe wekî din ku ev neyê îsbatkirin ew ê tenê ji ber kuştinê ceza bixwe.

Li gor pispor têkilî û sempatiya vî kesî ya ji bo komên weke Daişê dikare weke delîl were dîtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".