Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pîrika zayînê doza jiberkirinê winda dike

Hat weşandin onsdag 12 april kl 10.00
"Em ê herine Dadgeha Ewropayê."
(2:13 min)
Barnmorskan Ellinor Grimmark
Pîrika zayînê Ellinor Grimmark. Wêne: FREDRIK PERSSON / TT

Dadgeha kar, Arbetsdomstolen îro biryarê li ser doza pîrika zayînê Ellinor Grimmark a li hember Herêma Jönköpingê dide.

Pîrika zayînê Ellinor Grimmark a ji Smålandê ji ber ku xirîstiyan e naxwaze jiberkirina zarokan pêk bîne. Ji ber vê yekê Herêma Jönköpingê li nexweşxaneyên xwe kar nedabû wê.

Ellinor Grimmark îdia dikir ku ew ji ber baweriya xwe rastî cudakariyê hatiye û Herêma Jönköpingê biribû dadgehê.

Grimmark berî niha li Ombudsmaniya Cudakariyê û Dadgeha destpêkê jî doz winda kiribû û wê ev biribû Dadgeha kar.

Dadgeha kar jî îro biryarê dide ku Herêma Jönköpingê di vê dozê de ne sûcdar e.

Li gor biryara dadgehê Ellinor Grimmark rastî cudakariyê nehatiye û divê karmendên xizmeta tenduristiyê astengiyê li ber mafê jiberxwekirina zarokan derxe.

Grimmark dibêje eger dadgehên Swêdê heq nedine wê ew ê dozê bibine dadgeha Ewropayê ji ber ku ev li dijî mafê azadiya ûjdanê ye.

Li gor nûnera hiqûqî ya Grimmark, Ruth Nordström Dadgeha Ewropayê berî niha biryarên erênî li ser dozên wiha dane û şensê wan ê qezenckirinê li wir zêdetir e.

Li gelek welatên din ên Ewropayê, weke Îtalya û Norwecê qanûn dihêlin pîrik û doktor bi xwe biryarê bidin ka ew dixwazin jiberkirinan bikin an na. Lê li gor pisporan ev îmkanên tenduristiyê ku mafê kesekî jê re heye bi sînor dike.

Ellinor Grimmark piştî biyara dadgehê dibêje diyar e korîdoreke gelekî teng a fikrî li Swêdê heye û cih ji bo fikrên min li vir xuya nake. Dixwazin ku ez di nav sînorên heyî de bimînim.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".