Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ew qurbaniyên êrîşa Stockholmê ne

Hat weşandin onsdag 12 april kl 16.25
Qurbaniyên êrîşa Stockholmê.
(1:44 min)
Maïlys Dereymaeker, Ebba Åkerlund, Chris Bevington, Lena Wahlberg.
Maïlys Dereymaeker, Ebba Åkerlund, Chris Bevington, Lena Wahlberg. Wêne: Privat

Ebba, Lena, Chris û Maïlys di êrîşa ser Drottninggatanê hatine kuştin.

Roja yekşemê bi hezaran kes li navenda Stockholmê, li meydana Sergelê civiyan da ku qurbaniyên êrîşa Stockholmê bi bîr bînin.

Yek ji wan Ebba Åkerlunda 11 salî ye. Wê rojê Ebba bi telefonê bi diya xwe re axivî û wan ji bo di metroyê de bigine hev li hev kirin. Ew axaftina Ebba ya dawîn a bi dêya wê re bû.

Vêga dêya Ebba wêneyekî wê dide medyayan û ji bo piştgirî û hestên germ spasiya gelê Swêdê dike.

Qurbaniyeke din a êrişê Lena Wahlberg ye. Ew 69 salî bû û seroka Amnesty ya Ljungskile bû. Lena ji mamostetiyê teqewîd bûbû. Wê rojê wê serdana Stockholmê dikir.

Birayê wê dibêje wê temamê jiyana xwe ji bo mafên mirovan, heqî û wekheviyê kar dikir.

Chris Bevingtonê 41 salî bi eslê xwe ji Brîtanyayê bû. Ev 10 sal bûn ew bi jin û kurê xwe re li Stockholmê dijî û yek ji midûrên bilind ê şirketa Spotifyê bû. Malbata wî di peyamekê de xemgînî û êşa xwe ya kûr a li ser mirina wî diyar dikin û wî weke kesekî zîrek, kur, bav, mêr û hevalekî bêhempa bi nav dikin.

Damezrênerê Spotifyê Daniel Ek jî diyar dike ku ew ne tenê ji bo şirketê, lê herwiha weke hevalekî mirovekî gelekî hêja bû.  

Maïlys Dereymaekera belçîkî li Stockholmê tûrîst bû. Kamyonê li ser rêya Olof Palme li cihê ku bi rêya Drottninggatan ve digihe hev lê da. Ew bû qurbaniya pêşîn a êrişê. Maïlys 31 salî bû, kurekî wê hebû û li Belçîkayê li Daîreya Koçê li ser penaberan kar dikir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".