Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lêkolînên li ser delîlên êrîşê berdewam in

Hat weşandin torsdag 13 april kl 10.00
"Ji ber ku şewitiye lêkolîn zehmet dibe."
(2:01 min)
lastbil
Kamyona êrişê. Wêne: Maja Suslin/TT

Di kabîna ajovan a komayona êrişê de cîhazek hatibû dîtin ku tê texmîn kirin ku bombe yan jî madeya şewatbar e.

Lêkolînên teknîkî yên li ser delîlên êrîşa terorî ya Stockholmê berdewam dikin.

Yek ji daîreyên ku lêkolînan dimeşîne Enstîtuya lêkolînan a parastina temamî (Totalförsvarets forskningsinstitut, FOI) ye. FOI analîza xwe ya pêşîn a li ser cîhaza ku di kamyonê de hate dîtin qedandiye.

Li gor daxuyaniyên pêşîn ev cîhaz diakre tişteke bombeyî yan jî şewatbar be. Lê FOI vê piştrast nake.

Torgny Carlsson li FOI cîgirê midûrê yekîneyê ye. Ew dibêje ji ber ku cîhaza wan di kabîna ajovan a kamyonê de dîtiye şewitiye analîza wê zehmet dibe.

Hîna bi zelalî nayê zanîn ka cîhaza di kamyonê de hatiye dîtin çi ye. Ne FOI ne polîs ne jî dozger dixwaze bersiva pirsê bide. Lê li gor daxuyaniyên pêşî heye ev cîhazeke bombeyî be. Daîre ne dixwazin vê derew derînin ne jî piştrast bikin.

FOI berî niha bombeya ku sala 2010an li ser rêya Bryggargatan hate teqandin jî analîz kiribû. Hingî terorîstekî bombe li ser xwe teqandibû û ji wî pê ve kes nemiribû.

Par kesek ji ber sûcê terorê hatibû girtin û cîhaza ku bi wî re hatibû peyda kirin jî ji aliyê FOI ve hatibû analîz kirin. Torgny Carlsson dibêje ku polîs û dozger hewce bibînin ew dikarin analîzên din jî li ser cîhaza di kamyonê de hatiye dîtin bikin.

Di encama êrişa bi kamyon de roja înê 4 kes miribûn û 15 kes birîndar bûbûn. Doh êvarê kesekî birîndar ji nexweşxaneyê çû malê, lê hê jî 2 kes di bin tedawiya întensîv de ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".