Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Cejna hêkesorê bi şilî û berf derbas dibe

Hat weşandin torsdag 13 april kl 12.09
Tatîl sar derbas dibe.
(0:58 min)
påskväder
Wêne: Elena Metz

Di tatîlê de li hêviya hewaya biharê û tavê bin hêviyên we yên vala derkevin. Hewaya xerab tesîrê li trafîka cejnê jî dike.

Belkî we bêriya bihara Kurdistanê kiriye û di tatîla cejna hêkesorê de hêviya hewayeke xweş dikin. Lê hêviyên we yê vala bin. Ji ber ku li gor texmînên hewayî berf û baran û serma yê bi hev re bi de ser Swêdê.

Ji îro ve, roja pêncşema sor, ango skärtorsdag li bakûr û başûrê Swêdê baran û ewr têne dîtin û heye li hin beşan berf jî bibare.

Şansê hewaya bi tav herî zêde li Götaland û hin beşên Svealandê tê texmîn kirin, lê ew jî ne gelek e. Lê texmîn ew e ku roja îna drêj, långfredag, şilî yê li van herdu herêman jî were dîtin ji ber ku pêleke şiliyê ji aliyê rojava ve dikeve nava Swêdê. Ev şilî dê tesîrê li başûrê Norrlandê jî bike.

Ji vêga ve li dora Sundsvallê  berfê dest pê kiriye. Li hin herêman heta 15 cm berf dikare bibare.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".