Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i Kronåsens industriområde med kraftig rökutveckling som följd.
(Publicerat idag kl 15.48)
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Cejnê bi qeza û kêşeyên trafîkê dest pê kir

Hat weşandin torsdag 13 april kl 12.56
Polîs: Lazim be tekerên zivistanê bi kar bînin.
(0:55 min)
Belastade vägar i påsk. Foto: Adam Ihse /. TT Grafik: Ekot
Nexşe rêyên ku trafîkeke giran li ser wan tê dîtin nîşan dide. Wêne: TT/SR

Li seranserê Swêdê ji ber trafîka giran rojê bi qezayan dest pê kir û vê li gelek cihan  trafîk bi temamî da sekinandin.

Nexşe rêyên bi trafîka giran nîşan dide

Ji ber erebeyên zêde ku bi tatîla cejna hêkesorê, paskalyayê re dikevine ser rêyan trafîk gelekî giran dibe. Ji îro ve li seranserê Swêdê nûçeyên qezayan tên.

Herwiha hewaya bibaran û berf tesîrê li rêyan dike. Li Stockholmê îro nûçeyên du qezayan hatin. Serê sibehê piştî saet 6an li dora Nackayê 9 erebe li hev ketin û piştî nîvro jî qezayek li ser rêya Norra länken qewimî.

Herwiha li ser rêya E4 du qezayan rû dan û ji ber van rê çend saetan hate girtin.

Ji ber qezayekê pira navbera Danîmarka û Swêdê, Öresundsbronê çend saetan girtî ma. Hem ji aliyê Kopenhagê ve hem jî ji aliyê Malmö ve trafîk hate sekinandin.

Ji ber berf û baranê polîs radigihîne ku eger lazim be mirov dikare tekerên zivistanê bi kar bîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".