Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Navenda Olof Palme ya navneteweyî:

”Girtiyên siyasî serbest berdin”

Hat weşandin torsdag 13 april kl 13.43
"Divê em di rexneyên xwe yên hember Turkiyê de zelal bin"
(5:05 min)
Anna Sundström, sekretera giştî ya navenda Olof Palme ya navneteweyî. Wêne: Radyoya Swêdê.
Anna Sundström, sekretera giştî ya navenda Olof Palme ya navneteweyî. Wêne: Radyoya Swêdê.

Navenda Olof Palme ya navneteweyî li gel Partiya Sosyaldemokratan dest bi kampanyayeke berhevkirinê ji bo girtiyên siyasî li Turkiyê kirine.

Mebesta sereke bi vê kampanyayê ya ku di kongreya partiya Sosyaldemokratan di dawiya heftiya çûyî de hate pêşkêş kirin, balkişandina ser rewşa hemwelatî û siyasetmedarê kurd û turk e yên hatine zindankirin. Anna Sundström sekretera giştî ya Navenda Olof Palme ya navneteweyî ye:

-Me kongreya partiyê li Göteborg bi amadebûna hemû nûnerên partiya Sosyaldemokratan, furseteke baş dît ji bo balkişand û piştgîriya ji bo vê pirsê.

Bila em bi bîrbînin ku dema em bi vî awayî dicivin ji bo karê xwe yê siyasî û demokrasî bikin, hevalên me di partiyên me yên deste xwişik de li welatên din nikarin û rê li ber wan girtiye.        

Navenda Olof Palme car car bi karê berhevkirinê radibe ji bo bûyer û rûdanên cuda di cîhanê de lê vê carê rewşeke taybet û bêhempa ye, li gor Anna Sundström.

Ew dibêje ku gelekî nearam û bitirsin ji ber rewşa siyasî û demokrasiyê li Turkiyê û hêzên desthilatdêr yên bêhtir bi qiwet dibin.

-Em nearam in ber bi refranduma ku dawiya vê heftiyê li Turkiyê li dar dikeve. Anna Sundström dibêje encamên wê çi bin jî em her bitirsin ji ber pêşketina siyasî li Turkiyê.

Navenda Olof Palme bi berdewamî rewşa girtiyên siyasî li Turkiyê dişopîne û ew di peywendiyê de ne bi nûnerên Partiya demokratîk ya gelan re, HDP, ku partiya deste xuşik ya Sosyaldemokratan e û bi nûnerên Partiya gel ya komarê, CHP, re jî.  

-Têkiliyê me bi nûnerên HDP û CHP ê re hene yên karin ji me re ragihînin bê rewş çawa ye. Ne tenê rewşa siyasetmedaran lê herweha rojnamevan û alakvanên mafê mirovan jî. Anna Sundström dibêje em zanin ku çend ji girtiyan ji ber rewşa xirab di zindanê de ketin greva birçîbûnê de. Yek ji wan hevserokê HDP, Selahattin Demirtaş bû.

Lê gelo Swêd ji bo pirsa mafê mirovan û rewşa siyasetmedaran li Turkiyê karekî têrker kiriye? Li gor Anna Sundström, ji aliyê protestoyên siyasî ve erê  hevsengiyeke zehmet di rê de ye lê her dîsan jî Swêd di rexneyên li hember Turkiyê de de zelal e. Di heman demê de jî eşkere ye ku Yekîtiya Ewrûpayê pabendê peywendiyên baş e bi Turkiyê re.

-Swêd herdem kare karekî bêhtir bike ji bo balkişandina ser vê pirsê. Anna Sundström dibêje lê her wekî min beriya nuha got hevsengiyeke siyasî ya zehmet heye lê divê em di daxuyanî û rexneyên xwe de zelal bin dema em dibînin ku demokrasî bên pê dibe.

Kampanyaya piştgîrî ji bo girtiyên siyasî li Turkiyê li jêr navê ”Girtiyên siyasî serbest berdin” wê ta destpêka gulanê berdewam be. Partiya Sosyaldemokratan wê di axaftina xwe ya 1 gulanê de jî behsa vê kampanyayê bike û balê bikişîne ser rewşa girtiyan li Turkiyê.

Li gor Anna Sundström ji Navenda Olof Palme ya Navneteweyî wê ev berhevkirina aborî bi rêya bîroya HDP li Brûkselê bêne kanalîzekirin:      

-Bi rêya bîroya HDP li Brûkselê wê ev yarmetiya aborî bigihêje malbatên girtiyan yên ketine rewşên aborî yên zehmet de. Lê wê beşek ji vê yarmetiyê ji bo lêçûn û mesrûfa mehkemeya van girtiyên siyasî be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".