Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet desteka ji bo polîs û dibistanê zêde dike

Hat weşandin tisdag 18 april kl 15.42
Aboriya Swêdê baş e
(1:40 min)
.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Hikûmetê îro budçeya biharê eşkere kir. Di budçeya nû de alîkariya zêdetir diçe ji polîs, dibistan û jîngehê re. Lê muxalefet rexnegir e.

Wezîra maliyê Magdalena Andersson di eşkerekirina budçeyê de got biryara hikûmetê ew e ku welêt bi berdewamî ava bike. 

Li gor vê budçeya nû 700 mîlyon kronê zêdetir wê biçe ji polîs re, 500 mîlyon ji hêza parastinê re û 500 mîlyon ji baştirkirina jîngehê re. 

Li gor hesabê hikûmetê îsal jêzêdeyiya Swêdê, ango pereyên xezîne ku dikarin werine bi kar anîn 15 mîlyar kron in û li gor hesabê tê kirin Hatiniya Neteweyî ya Nesafî wê ji % 2,6 be. 

Hin meqamên mîna Federasyona Mamosteyan ji budçeya nû razî ne, lê muxalefet rexnegir e. Ulf Kristoffersson ku ji partiya sereke ya muxalefetê, Moderatan berpirsê siyaseta aboriyê ye dibêje hesabê hikûmetê şaş e. 

Kristoffersson dibêje:

– Aboriya baş ne bi saya siyaseta vê hikûmetê ye. Gereke niha, di dema konjuktura bilind de pere werina hilanîn da ku Swêd ji qeyranên derkevin re hazir be.
Û ew birêvebiriya Amerîka û aloziya Tirkî mîna îşaretên dengê krîzekê bi nav dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".