Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Li Swêdê NA bi ser ket

Hat weşandin tisdag 18 april kl 14.31
ERÊ û NA pir ji hev cuda difikirin.
(5:03 min)
omröstning Turkiet Erdogan kampanj
Li Swêdê bi giştî nêzîkê 38 000 dengdêrên Tirkiyê hene. Ji van nêzîkê 10 000 dengên xwe dane. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio

Ji %53 welatiyên Tirkî yên li Swêdê ji sîstema serokatiya Tirkiyê re dengê NA bi kar anîne, lê li Tirkî ERÊ bi ser ket. Îcar gelo derheqê encaman de niha aliyên ERÊ û NA çi dibêjin? Ji niha û pê de ew ê çi bikin?

Dawiya heftiyê li Tirkiyê gişpirsî, ango referandumek hate li dar xistin. Li Swêdê jî bi mebesta vê referandumê tevgerek dihate dîtin, aliyên ERÊ û NA di nav welatiyên Tirkiyê de xebat dikirin da ku ew herine ser sindoqan. Bariş Dagli yê ji Malmö yek ji wan kesan e ku dengê ERÊ bi kar aniye û ji ber ku aliyê erê serkeftiye ew kêfxweş e.

– Ev hilbijartineke di tayê hev de bû. Herdu alî pir nêzîkî hev bûn. Min bi xwe dengê ERÊ da. Encam li min xweş hat, ez pê kêfxweş im.

Li ser pirsa bê ji bo çi wî gotiye ERÊ jî Dagli dibêje ew di wê baweriyê de ye ku bi sîstema nû re paşeroj wê xweştir bibe, her tişt wê baştir bibe. Pêşî li darbeyên eskerî yên ku serê çend salan li Tirkî pêk tên dê were girtin.

Li hersê dewletên Ewrûpa ku herî zêdê hemwlatiyên Tirkî lê hene, li Almanya, Fransa û Hollenda piraniya xelkê mîna Bariş dengê Erê dane. Di nav welatên skandînavya de jî tenê li Swêd û Finlanda rayên NA ji yên ERÊ zêdetir in. 

Li Swêdê bi giştî nêzîkê 10 000 ra hatine avêtin, ji %53 van ji sîstema serokatiyê re gotine NA. Koordînatora kampanya NA li Swêdê Ayşe Didar Göktepe bû. 

Hem berya diyarbûna encaman û bi tabyetî piştre yekser şîkayetên ku hîle hatine kirin belav bûn. Muxalefet li Tirkiyê daxwaza betalkirina referandumê dike û çavdêrên Rêxistina Hevkarî û Ewleyiya Ewrûpa (OSSE) gotin referandum di şertên neadil de hatiye li dar xistin. Lê li gor Bariş Dagli şîkayetên wiha tim têne bihîstin.

– Piştî hema hema hemû hilbijartinan gunehbarkirinên wiha têne bihîstin. Li Amerika jî bi heman rengî bû.

Çavdêrên navneteweyî dibêjin meydana heyî hema hema gişt di destê alîgirên Erê, ango piştgirên Erdogan de bû. Muxalifên sereke yên mîna Selahattin Demirtaş jî di nav de bi sedan siyasetvan girtî bûn, medyaya azad nemaye û referandum di rewşa awarte de hate li dar xistin. Lê li gor Bariş Dagli referandum di rewşeke adil de hatiye kirin.

– Ez bi xwe di kampanya hilbijartinê de li Tirkiyê bûm û min dît ku hemû partî xebatên xwe bê serêşî dimeşînin. Loma bi min gereke mirov rêzê ji encaman re bigre.

Lê Ayşe Didar Göktepe dibêje bi referandumê re dawî li xebatên wan nayê û ji niha û pê de jî ew ê ranewestin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".