Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet û muxalefet li ser Tirkî bifikar in

Hat weşandin tisdag 18 april kl 18.38
Wallström: Eger mûxalefet ne di zindanê de ba çawa dibû?
(2:30 min)
Margot Wallström, Birgitta Ohlsson, Erdogan-supporter
Wezîra Derve Margot Wallström û berpisa siyaseta derve ya Lîberalan Birgitta Ohlsson. Wêne: TT

Derbarê encama referanduma Tirkiyê de siyasetvanên Swêdê peyamên bifikar belav kirin.

Wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström dibêje:

– Aliyê erê bi ferqeke pir biçûk bi ser ketiye. Mirov difikire bê eger siyasetvanên muxalefetê ne di zindanê de bane encam dê çawa bûya.

Çavdêrên hilbijartinê yên girêdayî Rêxistina Hevkarî û Ewleyiya Ewrûpa (OSSE) rexne li kampanya referandumê girtine ku ew ne di bin şertên adilane de hatiye kirin. Derbarê rapora wan de jî Wallström dibêje baş e ku wan çavdêriya hilbijartinê kirine û girîng e Tirkî û serokatiya wê guh bidine van rexneyan.

Di daxuyaniyên xwe de ne Swêd ne jî tu dewletên din ên ewrûpî heta niha Tirkî pîroz nekirine û ji serokên cuda daxuyaniyên bifikar têne dayin.

Lê muxalefet hem li Swêd hem jî hin dewletên din vekirîtir diştexile. Birgitta Ohlsson berpirsa siyaseta derve ya partiya muxalefetê Lîberalan e.

– Encama hilbijartinê gelekî xembar e. Erdogan ev çend sal in demokrasiya Tirkiyê ji hev veçirandiye. Û bi vê hilbijartinê re tişta derdikeve holê ji hev dûrketin e.


Li gor Ohlsson referandumê herwiha nîşan daye ku hêzên demokratîxwaz li Tirkiyê hene. Gereke piştgiriya muxalefetê, civaka sivîl û çalakvanên mafê mirovan were kirin, lê dibêje di bin serokatiya Erdogan de êdî şert û mercên ku paşeroja Tirkî bi Ewrûpa re be nemaye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".