Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Dermanê xemokiyê nabe sebeba otîzmê"

Hat weşandin onsdag 19 april kl 09.46
Profesor: "Jinên bihemil nepêwist e bifikar bin"
(1:21 min)
Gravid
Wêne: Christine Olsson/TT

Berya niha mirov bawer dikir ku dermanê dijî xemokî, ango depresyonê pir zerarê dide jinên bihemil. Lêkolîneke nû vê yekê red dike.

Yek ji wan kesên ku bi lêkolîna dawî gihaye vê encamê profesor Paul Lichtenstein ê li Enstîtuya Karolinska ye.

"Ev tê wê maneyê ku gava jinên bihemil dermanê dijî xemokiyê bi kar tînin nepêwist e ew zêde bifikar bin ku derman dikare zerarê bide zarokê."


Heta niha baweriyeke wiha hebû. Dihate gotin ku dayikên di dema ducaniyê de dermanê dijxemokiyê (antidepressiv) bi kar anîne, zarokên wan bêhtir bi nexweşiyên ADHD û otîzmê dikevin. 

Lê niha lêkolîneke berfireh li ser 10 000 zarok hatiye kirin û encam nîşan dide ku sebeba nexweşiyan ne xwarina van dermanan e. Li gor Paul Lichtenstein sebeba nexweşiyên ADHD û otîzmê bêhtir irsî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".