Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Komîsyona Dibistanan pêşniyaz dike:

”Bila bicihkirina li dibistanan bi pişkê be”

Hat weşandin torsdag 20 april kl 09.26
"Jixwe berpirsiyariya dibistanan li ser dewletê jî ye."
(2:24 min)
Elever i årskurs nio på Tegnérskolan i Säffle under en SO-lektion. Foto: Magnus Hermansson/Sveriges Radio.
Wêne: Magnus Hermansson/Sveriges Radio.

Ji bo xwendekarên bi bingehên cuda tevlîhev bibin û encamên xwendekaran baştir bibin Komîsyona Dibistanan îro hin pêşniyazan pêşkêş dikin. Pişka bicihkirinê û dewletîkirin hin ji pêşniyazan in.

Komîsyona Dibistanan dewletîkirina dibistanan û guhertinên nû di bicihkirina xwendekaran de pêşniyaz dike. Li gor pêşniyazên ku îro têne pêşkêş kirin divê bicihkirina xwendekaran a li dibistanên taybet ne li gor dorê, lê bipişkê were çê kirin.

Serokê Komîsyona Dibistanan Jan-Eric Gustafsson dibêje li gor prensîpa nihaya dorê, dêûbavên ku xirsên wan ên mezin ên perwerdehiyê hene dikin ku zarokên wan zû li dorê têne nivîsandin.

Komîsyona Dibistanan herwiha ji bo sinifên 7 heta 9an ên dibistanên şaredariyê jî heman sîstema pişkê pêşniyaz dike. Eger hejmara kesên ku dixwazin herine dibistaneke şaredariyê ji cihên heyî zêdetir be wê demê xwendekar dê li gor pişkê werine hilbijartin.

Berî niha rêxistina hevkariya aborî û pêşveçûnê OECD rexne li sîstema dibistanê ya swêdî kiribûn û pêşniyazên Komîsyona Dibistanan li ser van rexneyan hatine pêk anîn.

Bi van pêşniyazan armancek jî jiholêrakirina cudakariya xwendkaran a li dibistanan e. OECD diyar kiribû ku xwendekarên swêdî li gor bingehên etnîkî li dibistanan dicivin. Komîsyon dixwaze vê jî ji holê rake.

Komîsyon herwiha pêşniyaza lêkolînekê dike da ku were dîtin ka çima pereyên ku şaredarî serê xwendekar xerc dikin ji hev evqasî cuda ne. Bo mînak Täby serê xwendekar salê 42 000 kronî xerc dike û Sorsele 88 000. Komîsyon dixwaze ji bo vê jî sînorekî li her mîqdara herî kêm ku şaredariyek divê xerc bike deyne.

Ji bo perwedehî were baştir kirin jî pêşniyaza 6 milyar kron alîkariya dewletî tê kirin ku dê li 3 salan were belav kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".