Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nasnameyên swêdî li ser înternetê têne firotin

Hat weşandin fredag 21 april kl 09.43
Mehê bi 2500 kronî kirê dike.
(1:56 min)
id.pass
Wêne: Christine Olsson/TT

Hejmare kesane, personnummer û nasnameyên swêdî têne firotin û kirê kirin da ku kesên qaçax pê bişixulin. Ev kar bi awayekî vekirî li ser înternetê tê kirin.

Kesên ku hevwelatiyên Swêdê ne personnummer û hesabê xwe yê bankê didine bi kirê da ku kesên qaçax karibin bişixulin û meaş bistîn.

Radyoya Swêdê lêkolînan li ser derdorên terorîstê êrîşa Stockholmê Rakhmat Akilov dike û ev agahiyên firotina nasnameyan jî di encama vê de hatine bi dest xistin. Akilov bi xwe bi vê rêyê hatibû Swêdê û belgeyên wiha difirotin.

Radyoya Swêdê bi rêya telefonê bi zilamekî re axiviye û ew dibêje ew dikare nasname û hesabê xwe yê bankê mehê bi 2 500 kronî bide bi kirê. Vî zilamî bi awayekî vekirî ji bo vî karî li ser înternetê îlanek daye û ji bo têkiliyê telefona xwe nivîsiye.

Zilamê li ser telefonê dibêje ez dikarim belgeyan bifiroşim. Kontrakt ê li ser navê min were nivîsîn û tu yê bi rehetî bişixulî û meaşê xwe bistînî.

Zilamên bitenê yên ji welatên Sovyetê yên berê nikarin weke penaber mafê rûniştinê li Swêdê bistînin. Ji bo ew dîsa jî li vir bimînin û bişixulin ew nasnameyên sexte bi kar tînin.

Tigran ji welatekî Asyaya Navîn e. Ew dibêje ev 13 sal in ez li Stockholmê tamîrvaniyê dikeû tenê 2 salan bi awayekî spî şixuliye.

"Salên pêşî min bi 6 500 kronî pasaporteke sexte ya estonî kirî.Lê ew hate dizîn. Peyre min nasnameyeke sexte ya penaxwazan ango kartê LMS bi 1 200 kronî kirî."

Ji bilî vê li ser înternetê zewacên sexte, kartê ajotinê û belgeyên din ên sexte jî tenê firotin. Ev kar li ser forumeke înternetê ya ji bo kesên bi rûsî diaxivin û li Swêdê dimînin têne meşandin.

Terorîstê ku li ser rêya Drottninggatan bi kamyonê pê li gel kir Rakhmat Akilov jî bi vî awayî hatiye Swêdê.

Kesên wî nas dikin dibêjin ew bi vîzeyeke sexte ya polonî hate Swêdê û peyre wî belgeyên wiha yên sexte difirotine kesên din jî. Televîzyona Swêdê SVT derxistibû holê ku kesek ku nasnameya Akilov bi kar dianî bi vê rêyê li Scandic Hotelê kar dikir.

Daîreya Bacê, Skatteverket berî niha ragihandibû ku haya wan ji rewşê heye û ji bo ber li vê were girtin ew bi daîreyên din re xebatan dimeşînin.

Dengê bi rûsî hatiye guhertin. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".