Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hêlîn Burkay tê bi bîr anîn

Hat weşandin fredag 21 april kl 13.56
Hevala wê: Bila bûyerên wiha hew biqewimin.
(4:05 min)
Helin Burkay
Hêlîn Burkay keça siyasetmedarê kurd Kemal Burkay bû. Wêne: Prîvat

Sibê, ango roja şemiyê heval, xizm û malbata Hêlîn Burkay ku ji aliyê motosiklêtvanekî ve hate kuştin bi xwepêşandanekê wê bi bîr tînin. Hevala wê Naile Aras dibêje me hevaleke hezkirî winda kir, bila bûyerên wiha hew biqewimin.

Serê vê mehê motosiklêtekî li Hêlîn Burkay da û piştî 4 rojan wê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Vê şemiyê, ango sibê heval û xizmên Hêlîn Burkay ji bo wê bi bîr bînin û dengê xwe li dijî şideta li kolanan bilind bikin xwepêşandanekê nêzîkî cihê motosiklêt lê da li dar dixin.

Hêlîn Burkay weke doktor kar dikir. Roja bûyer qewimî ew ji ser kar diçû malê.

Kesê pê li Hêlîn Burkay kirî piştî bûyerê bêyî ku telefonî ambûlans an jî polîs bike wî ji cihê bûyerê baz da. Hevalê wî ku li pişt wî li ser motosiklêt siwarbûyî bû li cih mabû û giliyê wî kiribû.

Ajotinên bilez ên bi motosiklêtan kêşeyeke rojane ya herêmên weke Tensta û Kista ne. Piraniya caran kesên krîmînel erebe û motosiklêtan didizin û wan ji bo sûcên weke dizî û şelandinê bi kar tînin. Ew herwiha li ser rêyan ber bi mirovan diajon û henekên xwe bi wan dikin,

Motosiklêtê ku pê li Hêlîn Burkay kir jî hatibû dizîn û kesê ku ew diajot di bin tesîra narkotîkayê de bû.

Kesên vê xwepêşandanê li dar dixin dixwazin balê bikişînine ser kêşeya çeteyên ku kolanan bi ajotinên bilez dilewitînin. Hevala Hêlîn Naîle Aras ji ber ku tedbîrên baş nagirin rexneyan li polîs dike.

Hêjayî gotinê ye ku polîs piştî vê bûyerê bi daxuyaniyekê radigihîne ku kêşeya ajotinên bilez beşek ji nearamî û şideta rojane ye û jiholêrakirineke bitemamî ne nêzî rastiyê ye. Tê diyar kirin ku ew ê tedbîr û xebatên xwe yên li ser van bûyer bijidînin û heta ji destê wan tê van bûyeran kêm bikin.

Hêlîn Burkay keça siyasetmedarê kurd Kemal Burkay bû. Ew 50 salî bû û du keçên wê hebûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".