Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Piraniya nexweşnivîsandinan ji ber êşên nefsî ne

Hat weşandin måndag 24 april kl 09.24
"Ev asteniyeke mezin e"
(0:54 min)
Piraniya nexweşnivîsandinan ji ber êşên nefsî ne
Wêne: Stina Stjernkvist/TT

Sebebê herî bêhtir ji bo nexweşnivîsandinan li Swêdê nexweşî û êşên nefsî ne. Li gor raporeke nû, yên ji ber van êşan nexweş dikevin û ji karê xwe dimînin piraniya caran demeke dirêjtir nexweşnivîsandî ne.

Ann-Marie Begler, birêvebira giştî li Kaseya Sîgorteyê, Försälringskassan, dibêje dema dirêj ya nexweşnivîsandinên ji ber êşên derûnî û nefsî astengiyeke mezin e.

Hejmara swêdiyên ku ji ber nexweşî û êşên nefsî nexweşnivîsandî ne di pênc salan de ducar bûye.

Raporeke nû ji Kaseya sîgorteyê ku îro hate pêşkêşkirin diyar dike ku dema nexweşnivîsandina ji ber êşên nefsî bi 70 % dirêjtir e danberhev bi nexweşiyên din re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".