Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kesekî din ji ber êrîşa terorîstî ya Stockholmê hatiye girtin

Hat weşandin måndag 24 april kl 11.55
Polîs naxwaze agahiyan bide
(0:50 min)
-
Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Cêgirê şefdozger Hans Ihrman kesekî din di lêkolîna derbarê êrîşa ku 7 nîsanê li cadeya Drottninggatan li Stockholmê rûda girtiye. Zilamek di 23 nîsanê de li Swêdê hate girtin lê polîs naxwaze ciyê girtina wî eşkere bike.

Li gor Krister Nilsson, polîsê berpirs di vê lêkolînê de ev kesa doh, 23 mehê saet 16:30 hate girtin.

Lê Nilsson eşkere nake bê ciyê girtina vî kesî li ku derê bû. Ev kesê girtî nuha li Stockholmê ye ji bo jêpirsîn û tehqîqê.

Di halê hazir de yê dozger naxwaze tu agahiyan derbarê vî kesî bide. Herî dawî, roja çarşemê, 26 nîsanê, nîvro wê yê dozger biryarê bide eger ev kesa wê bêne tewqîfkirin yan na.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".