Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet û partiyên hevalbend têkoşîna terorê guftûgo dikin

Hat weşandin måndag 24 april kl 15.47
"Me guftûgoyeke baş hebû"
(1:33 min)
.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Piştî êrîşa terorîstî ser Stockholmê hikûmet û partiyên hevalbendiyê îro li hev rûniştin ji bo peydakirina çare û tedbîrên nû ji bo têkoşîna terorê. Ev guftûgo wê beriya havînê bi dawî bibin, li gor wezîrê pirsên hunirîn Anders Ygeman.

-Ez bi hêvî me em bi vê hevkariya avakar û baş berdewam bin û çare û tedbîrên bi hêz lidijî terorê deynin.

Bi giştî Anders Ygeman bi hevkariya li gel partiyên hevalbendiyê razî bû.

Guftûgoya îro berdewamiya guftûgoya di navbera hikûmet û partiyên hevalbendiyê de ye ji 2015 de ya her debarê tekoşîneke bi hêztir hember terorîsmê.

Piştî êrîşa ser Stockholmê gotûbêja derbarê pêşniyazên hember terorê germtir bûye. Çendîn partî dixwazin çavdêriya bi kamereyan bêhtir bibe, cezeyên qanûnî xurtir bibin û mafê Polîsê Istixbaratê Swêdê, Säpo, hebe ku agahiyan ji FRA, Dezgeha Radyoyî ya Parastina Swêdê, werbigire.  

Pêşniyazek ji partiya Jîngehê ew bû ku kelebçe bêne danîn ji wan kesên wekî xetereke emnî têne dîtin re.

Ne Partiya Çep û ne jî Partiya Demokratên Swêdê ji bo civîna îro nehatibûn dawekirin. Herdu partî jî ji ber vê yekê aciziya xwe anîne ziman.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".