Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

50 kes bi tawana zarokbaziyê hatine girtin

Hat weşandin tisdag 25 april kl 10.09
"Gûmanên tawanên din jî hene"
(2:29 min)
.
Wêne: Bertil Ericson/TT

Polîs girte ser 50 kesî ji temamê Swêdê bi gûmana zarokbaziya li ser netê, ango pedofîliya li ser netê.

Polîs îro biservegirtina herî mezin hember pedofîlên li ser netê pêk anî. Ev derbarê wan kesan e yên ku wêneyên pornografî û cinsî yên zarokan, û faylên destdirêjiya cinsî hember zarokan li ser internetê belav dikin.

Li gor agahiyên ku polîs li ser malpera xwe belav kiriye ev karekî berfireh ser asta navneteweyî ye û tucarî beriya nuha ewqas kes bi gumana vî sûcî nehatine girtin. Armanca sereke bi vî karê mezin têkoşîna belavkirina van wêne û faylan yên derbarê destdirêjiya hember zarokan e.

Anders Ahlqvist, pisporê tawanên li ser internetê li ba beşê operatîv yê polîs, NOA, dibêje ku karê bi vê biservegirtina berfireh beriya serê salê dest pê kir. Gûmanên tawanê beriya hertiştî derbarê tawana pornografiya zarokan e.

-Her wekî hercar, mixabin wisa ye ku gumanên tawanên din ji nuha ve derketine û em zanin ku wê bêhtir jî bibin.

Yek ji astingiyên di rêya polîs di karê peydakirina van pedofîlan, ango zarokbazan, de qanûna Yekîtiya Ewrûpayê ya derbarê xezinkirina zaniyariyan e.

-Li gor Anders Ahlqvist ji NOA, di vê rewşê de me karîbû em gelek kesên din yên di matêriyalê me de hene peyda bikin ji bo lêkolînkirinê lê em nikarin bi ser ciyê wan vebin ji ber ku operatorên wan ango şirketên internet, li welatên din agahiyê derbarê wan nadin polîsê swêdî.

Li gor polîs, wan li deriyê van 50 kesan li Swêdê xistiye yan wan bi rêya karê wan de girtine. Di halê hazir de li malê wan têne nerîn û ew ketine pêvajoya jêpirsînê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".