Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Sê kes ji ber destdirêjiya li ser FB hatine mehkûm kirin

Hat weşandin tisdag 25 april kl 14.07
Yê parêzer: "Ez ecêbmayî me"
(1:50 min)
.
Wêne: Joerg Koch

Îro biriyara dadgehê hat hember wan sê zilamên ku ji ber wê bûyera destdirêjiya cinsî ya dengpêketî û ya li ser Facebook hatibû weşandin ji xaniyekî li Uppsalayê.

Du ji wan, 18 û 21 salî bi tawana destdirêjiya cinsî hatine mehkûm kirin û yê 24 salî bi tawana bêbextiya giran û neşkerekirina destdirêjiyê hate mehkûm kirin.

Hukmê zilamê 18 salî salek di zindanê de ye, yê 21 salî du sal û çar meh di zindanê de û yê 24 salî 6 meh di zindanê de.

Dadgeha destpêkî ya Uppsalayê her li ser rê û xeta yê dozger kiriye. Stefan Wallin, parêzerê zilamê 21 yeksalî dibêje ku ew ji ber biriyara dadgehê ecêbmayî ye û bawer dike ku muekilê wî wê biriyarê îtîraz bike.

-Ev nerîna min e. ku sûcê wî di tevlîbûna vê tecawizî û destdirêjîyê de nehatiye isbatkirin. Stefan Wallin dibêje bi ihtîmaleke mezin em dê vî hukmî îtîraz bikin.

Di meha yekê ya vê salê de bû dema ev her sê zilam ji aliyê polîs ve hatin girtin piştî ku çendîn endam di grûpeke girtî ya Facebookê de agahî bi bûyera destdirêjiya cinsî dabûn polîs.

Li gor şahidên ev vîdeoya ku bi awayekî zindî li ser Facebookê hatibû weşandin, ev jina tade lê bû ya di derdora temenê 30 yê de ye, ne li ser hişê xwe bû û ne dilebitî di temamê dema tecawiziyê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".