Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kesên li derveyî Swêdê çê bûne kêmtir meaşê teqewîdiyê distînin

Hat weşandin onsdag 26 april kl 12.12
"Du salan zêdetir kar bikin dê karibin bigihine kesên din."
(2:02 min)
Zerfa agahiyên teqewîdiyê ya salane.
Zerfa agahiyên teqewîdiyê ya salane. Wêne: MANGUS GLANS / PPM

Kesên li derveyî Swêdê çê bûne dema teqewîd bûn dê li gor kesên li Swêdê çê bûne bi navencî 2 000 kron kêmtir meaş bistînin.

Ev di raporeke nû de tê dîtin ku ji aliyê şirketa Min Pension ve hatiye çê kirin.

Kristina Kamp li vê şirketê ekonoma teqewîdiyê ye.

Kristin Kamp dibêje ku dema mirov teqewîd dibe meaşê mirov weke yê kesên li Swêdê çê bûne be jî heye meaşê teqewîdiyê kêmtir be. Sedemek ew e ku belkî  ji ber mirov peyre tê li Swêdê dest bi kar dike mirov nagihe bi qasî kesên din pereyên teqewîdiyê bide hev.

Şirketa Min Pension di nav kesên ku salên 1950î çê bûne de li meaşên navbera 25 000 û 30 000 kronî de nêrtiye. Di vê komê de kesên li derveyî Swêdê çê bûne ji yên din bi navencî 2 000 kronî kêmtir distînin. Heman ferq ji bo komên din jî tê dîtin.

Di lêkolîna ku Min Pension çê kiriye de teqewîdiye taybet, ya giştî û ya xizmetê hatiye hesab kirin. Lê kar û pereyên teqewîdiyê ku li welatên din hatine berhev kirin nehatine hesab kirin.

Sedema herî mezin a vê ew e ku kesên peyre têne Swêdê ji yên li vir çê bûne kêmtir kar dikin û wê demê jî pereyên ku dikevine hesabê wan ê teqewîdiyê kêmtir dibe. Kristina Kamp dibêje ku mirov ji kesên din zêdetir kar bike wê demê mirov dikare bigihe meaşê wan.

Mirov bi 25-30 000 kronî salekê zêdetir kar bike wê dikare 1000 kronî zêde bistîne û ku 2 salan kar bike wê demê digihe meaşê kesên li Swêdê çê bûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".