Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kurdên Swêdê êrîşên dewleta tirk şermezar dikin

Hat weşandin onsdag 26 april kl 13.46
”Li şûna parastin û alîkariyê Şingal tê êriş kirin.”
(2:31 min)
Dîmek ji cihê êrişkirî nêzîkî Dêrikê li Rojava.
Dîmek ji cihê êrişkirî nêzîkî Dêrikê li Rojava. Wêne: DELIL SOULEIMAN

Kurdên Helsingborgê li dijî êrîşên dewleta tirk ên ser Rojava û Şingalê xwepêşandanekê li dar dixin.

Celal Şêx Ilyas berpirsê mala êzidiyan li Helsingborg û serokê Federasyona komeleyên êzidiyan li Swêdê ye. Ew dibêje ji ber êrîş û qetliyamên Daişê alîkarî ji Şingalê re lazim e, lê li şûna parastin û alîkariyê ew bi ser de têne êriş kirin.

Şeva navbera 24 û 25 nîsanê hêzên leşkerî yên tirk bi balafirên şer êrîş birine ser hin herêmên li Rojava û başûrê Kurdistanê, Li başûr Çiyayê Şingalê û li Rojava Qereçox hate bombebaran kirin.

Li gor medyayên kurdî di encama êrişan de ji aliyê YPG 20 şervan hatine kuştin û 18 jî birîndar bûn herwiha şervanekî YPG li Şingalê jî jiyana xwe ji dest da.

Di encama êrişa ser Şingalê de 5 pêşmergeyên hikûmeta herêma Kurdistanê jî jiyana xwe ji dest dan.

Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê jî bi peyameke çapemeniyê êrîşan şermezar dike. Di peyamê de dinivîse ku êrîşên dewleta tirk ji aliyên hiqûqê gelan ve sûc e û divê bi dest xwe re werine rawestandin.

Êrîşên dewleta tirk hem ji aliyê hikûmetên Kurdistanê û Îraqê ve hem jî ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hatine rexne kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".