Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji sê zarok û ciwanan yek tûşî heqaretan tê

Hat weşandin torsdag 27 april kl 09.32
"Ev hatiye normalîze kirin."
(2:39 min)
mobilappar
Wêne: Larsen, Håkon Mosvold

Ji sê ciwanên navbera 10 û 16 salan de yek li ser înternetê tûşî heqaretan hatiye û ji 5 keçên ciwan yek tûşî tacîzên cinsî hatiye. Ev di rapora salane ya rêxistina Friends a li ser înternetê de tê dîtin.

Friends ku maneya wê heval e rêxistineke dilxwaz e û ji bo li seranserê Swêdê li dibistan û rêxistinên sporê heqaret û mobbîng ji holê rabe dixebite.

Ev 5 sal in ku Friends rapora xwe ya li ser mobbîng û heqarareta li ser înternetê diweşîne. 1001 zarok û ciwanên di navbera 10 û 16 salan de pirsên derbarê tevgerên li ser înternetê bersivandine.

Ji sê beşan beşek diyar dikin ku ew di nava sala dawîn de li ser înternetê tûşî heqaretê hatine. Ev sê sal in ku ev hejmar weke xwe dimîne.

Carolina Engström sekretera giştî ya Friends e. Ew dibêje di xebatên li dijî mobbînga ser înternetê de problema herî mezin ew e ku ev tişt tê normalîze kirin.

Gelek zarok fêm nakin ku ev ne rast û bawer dikin ku divê ew jî weke yên din tev bigerin. Ev ew qasî normal bûye ku êdî bûye beşek ji qonaxa mezin bûnê.

Ji bo keçan heqaret herî zêde li ser medyayên civakî têne dîtin û ji bo kuran li ser lîstikên online. Herwiha ji 5 keçan yek diyar dike ku ew tûşî tacîzên cinsî jî tên.

Hatice Demirtaş li Lîseya Solnayê dixwîne. Ew dibêje bo mînak li ser Instagramê hin hesab hene li wir wêneyên hin kesan bêyî ku ew bixwazin têne weşandin da ku heqaret û tiştên nexweş li ser wan were nivîsîn.

Carolina Engström dibêje divê dêûbav bi awayekî zelal nîşan bidin ku ev ne rast e û li ser norm û destûra belavkirina wêne û agahiyên şexsî biaxivin.

Divê ti tolerans ji bo vê neyê nîşan dan. Li ti deran di qanûnên swêdî de nanivîse ku mirov dikare tiştên wiha bike, lê dîsa jî ev tim diqewime û winda nabe. Berpirsiyariyeke mezin li ser mezinên li mal û dibistanan heye da ku vê bi zarokan bidine fêm kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".