Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Faîza repoyê weke xwe dimîne

Hat weşandin torsdag 27 april kl 09.59
Texmîn ew e ku dê 2018an zêde bibe.
(1:50 min)
Riksbanken Stefan Ingves
Stefan Ingves, midûrê Banka navendî ya Swêdê. Wêne: Tomas Oneborg/SvD/TT

Faîza repoyê nayê guhertin û weke berê -0.5 dimîne. Banka navendî ya Swêdê vê li ser malpera xwe dinivîse.  Faîza repoyê herî dawîn meha duyan hatibû nû kirin û hingî jî nehatibû guhertin.

Banka navendî dinivîse ku rewşa aborî li Swêdê her ku diçe baştir dibe. Lê heta enflasyon li dora ji sedî 2an cihê xwe bigire wext lazim e. Herwiha rewşa nestabîl a aborî û siyasî ya li cîhanê berdewam e û ev tesîrê li biryarên Banka navendî dike.

Ji meha duyem a sala 2015an ve ye ku li Swêdê faîza repoyê bin sifirê re ye. Banka Navendî texmîn dike ku ev ê herî zû sala 2018an were bilind kirin.

Faîza repoyê li ser aboriya civakê weke frên û gazê kar dike. Dema enflasyon zêde dibe faîza repoyê yê jî tê zêde kirin. Wê demê kirîn û danûstandina bazarê kêm dibe. Bi zêdekirina faîza repoyê aborî tê cemidandin.

Eger faîza repoyê weke kêm kirin danûstandin zêde dibe. Wê demê biha jî zêde dibin. Piraniya caran dema rewşa aboriyê ne baş e faîza repoyê tê kêm da ku danûstandin zêdetir bibe û aborî baş bibe.

Faîza repoyê tesîrê li faîzên bankan û deyna nake. Bank bi xwe biryarê didin ka ew ê çiqas faîzê li ser pereyên ku mirov li bankan dirazîne û deynên ku mirov ji bankan distîne bikin.

Lê eger faîza repoyê demeke gelekî dirêj kêm bimîne wê demê ji ber ku ev ê xisarê li bankan bike ew dikarin ji bo vê xisarê kêm bikin xercan ji mişteriyên xwe bistînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".