Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji bo dersînorkirinan hêza polîs tê zêde kirin

Hat weşandin torsdag 27 april kl 13.57
"Em dixwazin sinyaleke zelal bişînin."
(1:58 min)
Wezîrê karên hundirîn Anders Ygeman û yê edaletê Morgan Johansson.
Wezîrê karên hundirîn Anders Ygeman û yê edaletê Morgan Johansson. Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Hikûmet îro tedbîrên ji bo kesên divê werine dersînor kirin pêşkêş dike. Li gor vê polîs ê karibe bêyî gumana sûc kontrolan li ser cihên kar bike û mohra tiliyê bigire.

Li gor texmînên Daîreya Koçê van sê salên pêşiya me 33 000 kesên ku divê werine dersînor kirin dê serwinda bibin. Îro di civîneke çapemeniyê de wezîrê edaletê Morgan Johansson û yê karên hundirîn Anders Ygeman tedbîrên ji bo vegerandin û dersînorkirina van kesan pêşkêş kirin.

Di halê hazir de polîs tenê dema gumana sûc heye dikare biavêje ser cihekî û kontrolan pêk bîne. Lê hikûmet dixwaze mafên polîs zêde bike da ku ew bêyî vê şertê karibin biavêjine ser cihên kar û li kesên qaçax bigerin.

Wezîrê edaletê Morgan Johansson dibêje em dixwazin bi vê sînyaleke zelal ji xwediyên şirketan re bişînin ku li ser bikaranîna kesên qaçax difikirin.

Êdî ji bilî cezayê girtîgehê û cezayên pereyî ev kes dikarin ji bo avakirin û birêvebirina şirketan werine qedexe kirin. Herwiha eger xwediyê kar karkerekî qaçax bi kar bîne ew dikare heta bi 90 000 kronî ceza bixwe.  

Polîs ê herwiha di kontrolên  kesên biyanî de ku bi swêdî weke utlänningskontrol tê bi nav kirin karibe mohra tiliyan bigire û dest deyne ser pasaport û belgeyên nasnameyî.

Dema biryara dersînorkirinê hatibe dan polîs û polîsê îstixbaratê dê karibin biryarê bi dest xwe re bi cih bînin û kes dersînor bikin.

Dawiya sala 2016an zêdeyî 12 000 kesên qaçax piştî biryara dersînorkirinê serwinda bûbûn. Dema kesek serwinda dibe piştî 4 salan lêgerîn ji holê radibe ji ber ku wê demê ev kes dikare ji nû ve serî li mafê rûniştinê yan penaberiyê bide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".