Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Birîndareke êrîşa Stockholmê jiyana xwe ji dest da

Hat weşandin fredag 28 april kl 09.08
Ji Trollhättanê bû.
(1:03 min)
Blommor på Drottninggatan
Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Keseke din ku di êrîşa terorîstî ya Stockholmê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest daye.

Jineke dora 60 salan ku di êrîşa terorîstî ya Stockholmê de 7 nîsanê brîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihate tedawî kirin vê sibehê, 28 nîsanê jiyana xwe ji dest daye.

Jina temenê wê li dora 60 salî ji Trollhättanê bû û li başûrê Swêdê li nexweşxaneyekê dihate tedawî kirin. Bi vê re hejmara kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane dibe 5. Ji qurbaniyên din 2 swêdî, yek brîtanî û yek jî belçîkî bû.

Kesê gumana kirina bûyerê li ser heye zilamekî 39 salî yê bi navê Rakhmat Akilov e ku bi eslê xwe ji Uzbekistanê ye.

Ew piştî êrîşê bi çend saetan li Märstayê hate girtin û di halê hazir de tewqîfkirî ye. Wî bi rêya parêzerê xwe îtiraf kiriye ku kesê êrîşa bi kamyonê ya li ser rêya Drottninggatan kirî ew bû.

Akilov li Swêdê serî li penaberiyê dabû, lê daxwaza wî hatibû red kirin û ew piştî vê li Swêdê qaçax dima.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".