Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dadgehê heq da romaniyên qeydkirî

Hat weşandin fredag 28 april kl 11.38
"Ez karim ji zarokên xwe re bêjim ku qanûnên swêdî ji bo me jî lê ne."
(3:06 min)
Du kesên ku doz li dewletê vekiribûn Adam Szoop, Fred Taikon û bi hiqûqzan John Stauffer li ofîsa Civil Rights Defender piştî biryara dadgeha Svea Hovrätt li Stockholmê.
Du kesên ku doz li dewletê vekiribûn Adam Szoppe, Fred Taikon û bi hiqûqzan John Stauffer li ofîsa Civil Rights Defender piştî biryara dadgeha Svea Hovrätt li Stockholmê. Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Dadgeha temyîzê Svea Hovrätt biryarê dide ku her yekê 30 000 kron weke tezmînat ji bo 11 kesên di lîsteya romaniyan a polîsê Skåneyê de di cihê xwe de ye.

Sala 2013an rojnameya Dagens Nyheter derxistibû holê ku polîsê Skåneyê kesên bi eslê xwe romanî di lîsteyekê de qeyd dike. Ev kes tevlî ti sûcan nebûbûn û tenê ji ber ku romanî bûn hatibûne qeyd kirin.

Bi temamî 11 kesan doz li dewletê vekiribûn. 10 ji van romanî ne û 1 jî bi kesekî romanî re zewicî ye. Navê van kes bi 4 000 kesên din re di qeyda polîsê Skåneyê ya li ser kesên bi eslê xwe romanî de bûn. Polîs navê ”Kringresanderegistret” li vê kiribû ku maneya wê bi nêzîkî weke ”qeyda gerokan” e.

Berî niha Dadgeha destpêkê ya Stockholmê biryar dabû ku entegrîteya van kesan bi awayekî cidî hatiye êrîş kirin û ev qeyd dikare di nav romaniyan de bibe sedema tirs û nexweşiyê û dikare weke heqaretê were dîtin. Loma divê ev 11 kesên di lîsteyê de hatiye qeyd kirin û doz vekirine 30 000 kronî weke tezmînatê bistînin.

Adam Szoppe yek ji wan kesan e ku doz li dewletê vekirine. 

Ev qezencek e. Ez dikarim herime male û ji zarokên xwe re bêjim hûn dibînin ku qanûnên Swêdê ji bo me romaniyan jî dişixulin. Hûn dibînin ku qeydkirinên etnîkî û cudakarî ne rast in. Em di lîsteyekê de hatibûne qeyd kirin, lê me dît ku ev neqanûnî bû.

Diviyabû ev tezmînat ji aliyê dewletê ve bihata dan, lê dewletê ev qebûl nekir û bi rêya Mifetişiya Hiqûqî, Justitiekanslern doz bire temyîzê. Dewlet qebûl dike ku qeydkirina van kesan şaş bû, lê 30 000 kron weke tezmînat gelek dibîne. Lê îro dadgeha temyîzê (îsti'naf) jî biryara tezmînata 30 000 kronî dide.

Dadgeh di biryarê de diyar dike ku ev kes bêyî ti gumana sucan tenê ji ber bingehê xwe yê etnîkî hatine qeyd kirin, loma tezmînata ku dadgeha destpêkê biryar li ser daye di cih de ye.  

Berî doz were vekirin dewletê diyar kiribû ku herkesekî di vê lîsteyê de dê 5 000 kronî ji dewletê werbigire, lê hin ji kesên di lîsteyê de gotibûn ku ev hindik e û doz li dewletê vekiribûn.

Di halê hazir de ev her 11 kesên ku doz vekirine dê 30 000 kronî bistînin, lê Adam Szoppe bawer dike ku romaniyên din ên ku di vê lîsteyê de hatibûne qeyd kirin jî dê piştî vê dozê vekin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".