Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Meşa naziyan a yekê gulanê endîşeyan çê dike

Hat weşandin fredag 28 april kl 16.42
Tevgerên koma nazîst zêde dibin.
(2:46 min)
1 gulanê 2016 NMR li Borlänge wiha meşiya.
1 gulanê 2016 NMR li Borlänge wiha meşiya. Wêne: Ulf Palm/TT

Îsal ev sala duyan e ku rêxistina nazîst Nordiska Motståndsrörelsen ê beşdarî xwepêşandana giştî ya yekê gulanê bibe. Vêga polîs li hember tevlîheviyan dest bi tedbîran dike.

Nordiska Motståndsrörelsen (NMR) rêxistineke nazîst a şidethez e. îsal wan ji bo xwepêşandana yekê gulanê li Stora Torgeta Falunê destûr standine. Di heman demê de çalakiyên rêxistinê li seranserê Swêdê zêde dibin û ev endîşeyan diafirîne.

Par li Borlänge yekê gulanê 300 kesên alîgirê NMRê meşiyabûn. Meha 11an a par li Stockholmê du qatê vê meşiyan û polîs texmîn dike kur oja yekê gulanê li Falunê nêzîkî 1000 kes ê bimeşin. Ev bi polîs û gel re endîşeyan çê dike. Polîs tirs dike ku kesên çepgir ê vê weke provokasyonê bibînin û li dijî NMR tevbigerin.

Ber bi yekê gulanê tedbîr têne zêde kirin û polîsên taybet ên pisporê tevlîheviya komên dijber dê li cihên lazim amade bin. Hê nayê zanîn ka ji aliyê çepgirên tûj çend kes ê li dij NMR tevbigerin, lê rîska tevlîheviyê bêguman e.

Anna Hedin-Ekström li Koordînatoriya dijî ekstremîzma şidethez dixebite. Ew dibêje rîsk heye ku bi vê re çerxeke şidetê derkeve holê. Nakokiyên di navbera van koman de gelekî kevn in. Ji bo pevçûnê girrek di navbera wan de heye û ev rîskê zêdetir dike.

Çalakiyên NMR her ku diçe zêde dibin. Ew kaxezên propagandayê belav dikin. Di nîvê bazaran de xwepêşandanan dikin an jî diçine hewzên avjeniyê û weke nobedaran tevdigerin da ku qaşo jinên swêdî ji biyaniyan biparêzin.

Li Göteborgê sê alîgirên NMR ji ber madeyên teqînek li derdorên giştî bi cih kirine hatine girtin.

Herwiha lêkolînek ku par ji aliyê koordînatoriyê ve hatiye çê kirin nîşan dide ku ji çar beşan beşek şaredariyên Swêdê ji ber ekstremîzmê bi probleman re rû bi rû dimînin. Di nav van de koma herî mezin ektremîstên rastgir in.

Anna Hedin-Ekström dibêje ji ber ku ton û tevgerên van koman her ku diçin tûjtir û agresîvtir dibin gel dikeve nav tirsekê û ev gelekî cidî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".