Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Amadebûna naziyan li Falunê milet aciz kir

Hat weşandin tisdag 2 maj 2017 kl 08.49
Pêşniyazên di yekê gulanê de
(4:46 min)
Nazister, motdemonstranter och bild på folk på Stora torget
Wêne: P4 Dalarna.

Doh, di 1 gulanê de roja cîhanî ya karkeran, li bajarê Falunê şeş meş û xwepêşandan li bajarî hatin amade kirin. Ya herî bêhtir bal kişand û acizî di nav milet de belav kir meşa rêxistina bi navê Nordiska motståndsrörelsen bû ya nazîstan bi dora 500 kesî.

-Teo û Markus ji Falunê dibêjin em amadebûna rêxistinên naziyan li meydana mezin li Falunê dirust nabînin. Ev ecêb û gelekî nexweş e. Em divê nîşanî wan bidin ku nerînên dijî wan hene.

Li gor weqfa dijî rasîst û nijadperestan Expo, rêxistina nazîst a şidethez, Nordiska motståndsrörelsen (NMR), di van salên dawî de mezintir bûye lê her dîsan jî hejmara wan kêm e.

Jonathan Lehman ji Expo dibêje amadebûna wan di meşa yekê gulanê de ji wan re hêzeke. Ji wan re gelekî giring e nîşan bidin ku ew hene û ku pir bûne.

Lê gelo çima wan bi taybetî Falun û herêma Dalarna hilbijartine wekî herêma xwe ya sereke? Jonathan Lehman bersiv dide:

-Ji ber ku mezin û rêberên wan li Dalarna dijîn û ew xelkê teşwîq dikin ku li wê derê bijîn. Hêsantir e ciyê xwe di civakeke biçûk de deynin eger gelek endamên wan bar bikin wê derê.

Li Falunê wezîrê bergiriyê yê Swêdê ku bi xwe ji Borlänge ye, Peter Hultkvist axaftina yekê gulanê pêşkêş kir û giranî danî ser civaka vekirî, tolerans û demokrasiyê. Wî behsa xebata naziyan kir ji bo nemana demokrasiyê.

-Min behsa giringiya xebata ji bo demokarasiyê kir di axaftina xwe de û bê çawa ev tevgera naziyan bandorê li yekê gulanê dike. Ew demokrasiyê bikar tînin ji bo ji binî ve demokrasiyê nehêlin.

Ji bilî pirsa naziyan û bandora wan ser civakê û demokrasiyê Hultqvist derbasî mijara refahê bû û qezencên di warê refahê de.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven axaftina yekê gulanê vê salê li Malmö û Landskronayê pêşkêş kir. Mijarên sereke di axaftina wî de pirsa emniyetê, pêşerojê û refahê bû.

Lê nûçeya mezin ya yekê gulanê di civîna çapemenî ya partiyê de bû di navbera herdu axaftinan de li Malmö û Landskronayê, wan eşkere kir ku ew milyarek kron ji baştirkirina rewşa nexweşan pêşniyaz dikin.

Ev pêşniyaz derbarê wê ye ku garantiya warê lênerînê wê bêne şidandin û sîstema peywendiya bi nexweşan re bêne danîn. Aramnca vê pêşniyazê kurtkirina dorên warê lênerînê ne û alîkariya nexweşan e ji aliyê lihevanîna peywendiyên di warê lênerînê de ye.

Derbarê vê pêşniyazê Partiya Moderatan dibêjin başe ku li rewşa nexweşan têne nerîn lê mixabin ku hikûmeta nuha ew milyarê ku partiyên hevalberndiyê ji bo dorê danîbûn rakirin. 

Çend pêşniyazên din ku di yekê gulanê de hatine pêşkêş kirin ev bûn.

Serokê LO, Konfederasyona Sendîkayên karkerên Swêdê, Karl-Petter Thorwaldsson di axaftina xwe de got ku LO dixwaze 70 milyar kron deyne ser warê refahê di van çar salên bê de.

Pêşniyaza Partiya Çep di yekê gulanê de rojeke karî ya şeş saetî di şûna heşt saetan de ye di hindirê sê salan de weke geşepêdaneke neteweyî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".