Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kontrola nasnameyê radibe

Publicerat tisdag 2 maj kl 17.59
Şeva navbera çarşem û pêncşemê betal dibe.
(2:50 min)
.
Foto: Johan Nilsson/TT

Kontrola nasnameya kesan ya li ser sînorên Swêdê ji şeva navbera çarşem û pêncşemê pê ve tê rakirin, lê bi vî re kontrola polês ya li ser sînoran tê xurtkirin. Ev biryar  ji aliyê wezîrê hundir Anders Ygeman ve îro hate eşkere kirin.

Bi ya Anders Ygeman hikûmet wisa dinirxîne ku kontrola li ser sînoran bi berewamî pêwîst e û berferehîya wan divê bê xurtkirin.

Ev kontrola ku Anders Ygeman behsa wê dike ew cure kontrol in ku polês û karmendên gumrikan pêk tînin. Lê bi xurtkirina vê kontrolê re hikûmet êdî pêwîst nabîne ku kontrola nasnameya kesan ku şîrketên trên, otobûs û vapûran dikir berdewam be. Vê agahîyê jî wezîra binesazîyê Anna Johansson di civîna çapemenîyê de ya bi Anders Ygeman re da zanîn.

Kontrola nasnameya kesan bi pêla penaberan ya sala payîza 2015’an deli ser şîrketên çûnûhatinê hatibûn ferzkirin. Armanc ew bû ku rê li ber penaberên ku dihatin Swêdê bigirin. Lê bi vî re çûnûhatina navbera Swêd û Danîmarkayê hêdîtir bûbû û tesîreke mezin li ser wan kesên ji herdû welatan kiribûn ku biçin ser karên xwe. Kesên li Malmö dijîn û li Kopenhagenê kar dikirin her roj wextekê zêdetir dereng diçûn ser karê xwe û vedigerîyan mala xwe. Ji bo wan nûçeya îro tiştekî xêrhatî bû weke vî zilamê ku her roj ji bo biçe kar di ser pira Öresundê re derbas dibe: ew dibêje dê ew niha xwe bêtir rehet hîs bike û kêfxweş e.

Sebebê biryarên îro yên hikûmetê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê ye. Komîsyonê di biryara xwe ya dawî de daxwaz dike ku welatên endamên yekîtîyê vegerin ger û seyeheta Schengenê û dawî li kontrola ser sînorên netewî û yên di nav sînorên xwe de bînin.

Ji ber vê yekê Swêd û çend welatên din yên Yekîtiya Ewrûpayê 6 meh muhlet wergirtine ku kontrolên ser sînoran bi temamî bidawî bikin. Ev 6 meh dirêjkirina dawî ye ku komîsyonê daye Swêdê piştî vê divê her tişt vegere wexta berya pêla penaberan ya payîza sala 2015.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".