Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rakirina kontrolan karê polîs zêde dike

Hat weşandin onsdag 3 maj kl 09.42
"Mesele hejmara polîsan e."
(2:17 min)
polis id
Wêne: Johan Nilsson/TT

Bi rakirina kontrola ser sînorê Danîmarkayê re karê polîs zêdetir dibe, lê ji bo vê ti destek an pereyên zêdetir di budçeya polîs de cih nagire.

Hikûmetê doh biryar da ku kontrola nasnameyan a di trên, otobûs û gemiyên di navbera Swêd û Danîmarkayê de êdî ne pêwîst in ji ber ku karê polîs ê kontrolê dê were xurt kirin. Ev di nav daîreya polîsan de endîşeyan çê dike ji ber ku ti budçeya nû ji bo vî karî nehatiye pêşkêş kirin.

Bi rakirina kontrola nasnameyan a li otobûs, trên û gemiyan de karê şirketên seferan rehet dibe. Lê ji ber ku kontrola polîs a li ser sînoran tê xurt kirin karê polîs zêde dibe. Wezîrê karên hundir Anders Ygeman dibêje karê kontrola polîs ku dê zêde bibe dê bi budçeya heyî were pêk anîn.

Wezîrê karê hundir Anders Ygeman doh eşkere kir ku kontrola nasnameyan ku şirketên seferan ên trên, otobûs û gemiyan dikin dê îşev ango şeva navbera çarşem û pêncşemê werine bi dawî kirin. Lê di heman demê de karê kontrolê ku polîsê bike dê xurttir bibe. Vêga polîsê başûrê Swêdê civîneke neasayî li dar dixe da ev rewşa nû were nîqaş kirin.

Di halê hazir de polîs tenê kontrolên qismî dike, ango tenê ji berê ve hin ji rêwî têne kontrol kirin.

Anders Ygeman diyar dike ku li gor texmînan ji bo vî karê polîs ê nû di navbera 60-80 milyon kronî de dê lazim be. Ew dibêje jixwe polîs hê nû 700 milyonên nû standin, loma pere ji bo vê hene.

Lê li gor polîsê herêma başûr Martin Svensson di eslê xwe de mesele hejmara polîsan e.

Midûrê polîsê ser sînor Patrik Engström jî diyar dike ku di halê hazir de 130 polîs kontrola ser sînoran dikin û vêga divê ev were duqatî kirin. Ew bawer dike ku navbera 250 û 280 polîs dê ji bo xebatên nû lazim bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".