Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Doktorên diranan

Xizmeta civakî li ser zarokên maxdûr haydar dikin

Hat weşandin onsdag 3 maj kl 14.46
"Ew başiya zarokan dixwazin."
(2:03 min)
Ett barn undersöks i munnen av en läkare.
Wêne: Fredrik Sandberg / TT

Doktorên diranan li Jönköpingê zarokên ku rastî şidet û sersariyê dibin ji xizmeta civakî re radigihînin. Bi xêra perwerdeyê ev di du salan de duqatî bûye.

Doktorên diranan ên herêma Jönköpingê zarokên ku li malê rastî şidet û sersariyê tên li cem xizmeta civakî, socialtjäntenê gilî dikin. Piştî ku li herêmê personelê tenduristiya diranan li ser mijarê hatiye hişyar kirin û perwerde kirin hejmara doktorên ku rewşên wiha radigihînine xizmeta civakî zêde bûne.

Bi xêra zanyariyên ku doktor werdigirin di nava du salan de serîlêdanên ku doktorên diranan dikin duqatî bûne.

 Åsa Utterberg li şaredariya Jönköpingê weke sekretera xizmeta civakî kar dike.

Bi ya min maneya vê mezin e. Ev tê wê maneyê ku doktor ne tenê li diranên zarokan dinêrin, lê hewl didin zarokê ji çarçoveyeke berfirehtir bibînin. Ew girîngiyê didine başî û saxiya zarokê.

Piraniya giliyê zarokên ku rastî şidet û sersariyê tên ji aliyê polîs û dibistanan ve têne kirin. Lê piştî ku xizmeta tenduristiya diranan a gel, Folktandvården li Jönköpingê personelê xwe li ser mijarê perwerde kiriye êdî gelek gilî ji vî aliyî ve jî tên.

Par doktorên diranan ê Folktandvårdenê xizmeta civakî ji 127 zarokên wiha agahdar kir. Ev hejmar li gor sala 2013an du qatan zêde bûye.  Di du rewşan de gumanên îstismara cinsî hebûye û rewşên din li ser dêûbavên ku zarokên xwe neanîne kontrola diranan.

Åsa Utterberg dibêje eger ku mirov zaroka xwe ji kontrola diranan bihêle ev dikare nîşan be ku tiştin di malbatê de ne baş dimeşin. Heye dêûbav tiryakiyên madeyan bin an jî bi derdê xwe ve mijûl bin. Heye di depresyonê de bin an jî girîngiya tenduristiya diranan fêm nakin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".