Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şirketa swêdiyekî tevlî firotina nefta qaçax bûye

Hat weşandin torsdag 4 maj kl 09.34
Ajanê KGB: Ne mumkin e ji qaçaxiyê bêxeber bin.
(2:38 min)
Dokument med överstrukna delar, över foto där sidor ur dokument bläddras igenom.
1 av 2
Belgeyên ku Radyoya Swêdê bi destn xistine. Wêne: Sveriges Radio
Man sedd från sidan, tvättar skyltfönster.
2 av 2
Ajanê polîsê îstixbaratê yê belarûsî (KGB) yê berê van agahiyan dide Radyoya Swêdê. Wêne: Sveriges Radio

Şirketa yekî swêdî neft û benzîna ku Belarûsê bi qaçaxî difirot dikirî da bifiroşe welatên rojavayê Ewropayê. Ajanê KGBa belarûsî yê berê van agahiyan dide Radyoya Swêdê.

Beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê, Ekotê vê heftiyê derxistibû holê ku Belarûs neft û benzîn ku ji Rûsyayê erzan dikirî bi rêyên qaçax difirote welatên din ên rojavayê Ewropayê.

Rûsya malê xwe erzan difirote Belarûsê lê şertek li ser didanî. Eger Belarûsê benzîn û nefta ku ji Rûsyayê dikirî bifirota Ewropayê wê demê ev erzaniya ku dihate kirin radibû. Loma Belarûsê ev bi rêyên qaçax difirot.

Li gor ajanekî KGB yê berê ku vêga li Swêdê penaxwaz e ev kar ji aliyê siyasetmedarên payebilind ên Belarûsê ve dihatine piştgirî kirin. Destê rastê yê serokê welêt bi xwe ji bazarê haydar bû.

Vêga Ekot eşkere dike ku bezîn û nefta rûsî bi rêya şirketa yekî swêdî yê li Cenevrayê dihate firotin. Şirketa Gunvor International yek ji şirketên herî mezin ên neftê ye. Xwediyê wê Torbjörn Törnqvist di heman demê de li Cenevrayê konsolosê fexrî yê Swêdê ye.

Şirketa Gunvorê salên 2000an bi awayekî bilez bû yek ji şirketên herî mezin ên bazirganiya neftê. Wê demê çapemeniya bazirganiyê texmîn dikir ku sedema vê mezinbûna bilez bazarên neqanûnî bûn.

Xwediyê şirketê Torbjörn Törnqvist naxwaze bi Radyoya Swêdê re biaxive. Lê sala 2008an wî li ser van xeberan digot ji ber ku ew bazareke baş dikin û petrolê bi bihayekî giran dikirin ew mezin dibin.

Sala 2007an nefta qaçax li ser sînor hatibû girtin. Lê ji ber ku siyasetmedarên payebilind ên belarûsî piştgiriya firotinê dikirin tiştek ji lêpirsîna li ser bûyerê dernetibû holê. Di belgeyên li ser bûyerê de jî dinivîse ku şirketa ku dê ev neft werbigirta şirketa Gunvor International bû.

Ajanê KGB ji Ekotê re dibêje ne mumkin e ku şirketa Gunvor ji qaçaxiya neftê bêxeber be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".