Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ciwanên ku dixwînin nayêne dersînor kirin

Hat weşandin torsdag 4 maj kl 11.55
Hêlîn: Vêga karim bi dilê xwe bixwînim.
(2:26 min)
klassrum
Wêne: Roald, Berit

Ciwanên penaber ku bi tenê hatine Swêdê û li vir diçine lîse ango gymnasiumê dê mafê rûniştinê yê demkî bistînin da ku karibin xwendina xwe ya lîseyê biqedînin.

Ciwanên penaber ên bitenê dema 18 salan didagirin têne dersînor kirin. Vêga hikûmetê biyar daye ku eger ev ciwan di halê hazir de li lîseyê bin û xwendina xwe baş bimeşînin dê karibin li vir bimînin.

Ciwanên ku lîseyê dixwînin 18 salan dagirin jî mafê wan ê rûniştinê yê demkî yê were dirêj kirin da ku ew karibin xwendina xwe ya lîseyê biqedînin. Herwiha eger ew programeke destpêkê bixwînin ew ê karibin vê biqedînin û berdewamî lîseyê bikin.

Piştî lîseyê jî eger ew di nava 6 mehan de karekî peyda bikin an jî şirketekê damezrînin ew ê karibin mafê rûniştinê yê daîmî bistînin.

Pêşniyaza qanûnê rastî dijberiyeke mezin hatibû. Ji ber ku li gor hin siyasetmedaran ev ê mamoste û dibistanan bixe zorê de û ew ê xwe li ser dersînorkirin an mana ciwanan a li Swêdê berpirs bibînin. Lê qanûn dîsa jî hate qebûl kirin û dê ji 1ê meha 6an a îsal û pê de lê be.

Hêlîn 19 salî ye û ev salek û nîv e ku li Swêdê ye. Ew ji Kurdistana başûr e û bi tenê hatiye Swêdê. Wê piştî 6 mehên lîseyê dev ji xwendinê berdaye û dest bi şixul kiriye da karibe li Swêdê bimîne. Ew bi qanûna nû kêfxweş dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".