Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Endamên parlemena Swêdê

Kêm caran li dijî partiya xwe deng didin

Hat weşandin torsdag 4 maj kl 16.37
"Kultura siyaseta swêdî wisa ye."
(2:34 min)
Riksdagen
1 av 2
Parlemena Swêdê. Wêne: Jessica Gow/TT
röstknapp på riksdagen
2 av 2
Bişkoka dengdanê li parlemena Swêdê. Wêne: JANERIK HENRIKSSON / TT

Endamên parlamena Swêdê gelekî kêm caran li dijî xeta partiya xwe deng didin. Yên ku didin jî piraniya caran bi şaşî didin.

Grafik: Liv Widell/Sveriges Radio

Vê dewreyê li parlemenê 1400 dengdan hatine pêk anîn. Li gor hejmarên ku dengdanan nîşan didin endamên parlemenê gelekî kêm caran li dijî xeta partiya xwe deng didin.

Yek ji kesên ku bi zanayî carinan li dijî xeta partiya xwe deng dide Carl Schlyterê ji Partiya Jîngehê ye. Partiya Jîngehê yek ji herdu partiyên hikûmetê ye û Schlyter vê dewreyê 9 caran li dijî partiya xwe deng daye.

Dengdana li dijî partiyê kêm in, lê yê ku diwêrin li şûna partiyê li gor fikra xwe deng bidin jî divê encamên peyre qebûl bikin. Dema Schlyter di mijara temrînên leşkerî yên Natoyê ku dê li Swêdê bihatene kirin li dijî partiyê deng da partiyê ew mecbûr kir dev ji serokatiya encûmena Yekîtiya Ewropayê berde.

Lê li gor wî encam çi be jî ev hêja ye. Li gor wî eger hejmara endamên parlemenê ku li şûna partiya xwe li gor fikra xwe deng bidin zêde bibe ev ê ji bo parlemenê baştir be.

Schlyter dibêje dema mirov li dijî partiyê deng dide ev weke tişteke ecêb nexweş tê dîtin, weke heqareteke mezin. Tişta mirov jê re erênî deng dabe pirseke ku partiyê di dema hilbijartinan de weke siyaseta xwe dabe û peyre dev jê berda ve, dîsa jî ev weke li dijî hevalbendiyê tê dîtin.

Piraniya dengdanên ku li dijî xeta partiyê têne kirin bi şaşî çê dibin. Daniel Sestrajcicê ji Partiya Çep 29 caran li dijî xeta partiya xwe deng daye. Ew ji Radyoya Swêdê re dibêje wî hemû caran bi şaşî li dijî xeta partiyê deng daye.

Hanif Baliyê Moderat jî 16 caran li dijî partiyê deng daye û ew dibêje ji van 15 caran bi şaşî çê bûye. Ji Partiya Demokratên Swêdê Mikael Jansson 20 caran bi şaşî li dijî partiyê deng daye.

Kesek ku bi zanayî carinan li dijî partiya xwe deng dide endama parlemenê ya kurd Amineh Kakabaveh ya ji Partiya Çep e. Radyoya Swêdê ji bo şîroveyekê lê geriyaye, lê ji ber piraniya civanan ew îro negihaye bersivê bide.

Li gor şîrovekarê siyaseta hundir ê Radyoya Swêdê Fredrik Furtenbach ev a ku kêm kes li dijî partiya xwe deng didin ne ecêb e, ji ber ku kultura siyaseta swêdî wisa ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".