Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Polîsên ku divê kesên qaçax bigirin têrê nakin

Hat weşandin fredag 5 maj kl 10.11
"Em wan dersînor nekin heye ew li Swêdê bimînin."
(2:24 min)
papperslösa och polis
Wêne: Johan Nilsson / TT

Ji polîs hêvî tê kirin da ku ew kesên li Swêdê qaçax dimînin peyda bikin, lê ew diyar dikin ku hejmara polîsan û çavkaniyên polîs ên heyî ji bo kontrol û lêgerînên berfirehtir têrê nake.

Piştî êrîşa terorîstî li Stockholmê hêviyên li ser polîs ên ji bo peydakirina kesên qaçax zêde bûne. Lê ji heft herêmên polîsan sê yên Swêdê diyar dikin ku ji bo kontrol û lêgerînên berfireh ên kesên qaçax çavkanî û mecala wan nîne.

Esad Ajanovic li Örebro midûrê polîsê sînoran e. Ew dibêje çavkaniyên polîs weke berê ne, lê şertên mezintir li ser wan têne danîn û hêviya xebatên berfirehtir tê kirin. Ji bo vê jî çavkaniyên wan nehatine zêde kirin.

Bi taybetî piştî êrîşa terorîstî ya li Stockholmê hêvî tê kirin ku polîs ê xebatên xwe yên peydakirina kesên qaçax berfirehtir bike. Ji ber ku kesê êrîşa Stockholmê kirî bi xwe piştî biryara dersînorkirinê li Swêdê bi qaçaxî dima.

Li bajarê Örebroyê polîs li 587 kesên qaçax digere ku divê verine dersînor kirin lê serwinda bûne. Esad Ajanovic dibêje ku em nikaribin van kesan bigirin heye beşek ji van li Swêdê bimînin.

Belkî ew ji xwe ji vêga ve çend mehan an heta pê çend salan li Swêdê mabin û derdor, têkilî û toreke civakî ya parastinê ji xwe re ava kiribin. Heye bi vê rêyê ew li vir bimînin.

Ji bo polîs van kesên qaçax bigire divê ew kontrolên sînorên hundirîn bikin, ev wezîfeya wan e. Bo mînak polîs dikare kontrolan li cihên şixul bike û binêre ka kesên li wir dişixulin li Swêdê bi awayekî qanûnî dimînin an qaçax in. Lê ji bo vê polîs lazim in û li herêmên Bergslagen, Mitt û Nord polîs diyar dike ku hejmara polîsan a heyî ji bo berfirehtirkirina van kontrolan têrê nake.

Esad Ajanovic dibêje ew hêja nizanin ka rewşê kengî baştir bibe. Ew dibêje me xwestiyê polîsên nû peyda bikin da ku em van kontrolan berfirehtir bikin, lê ji ber ku li hin cihên din pêdiviya polîsan mezintir e, ew nikarin werin li Örebroyê kar bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".