Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pedofîlê ser înternetê cezayê herî giran distîne

Hat weşandin fredag 5 maj kl 15.08
Dozger: Ceza di cih de ye.
(1:42 min)
Nätpedofil
Wêne: Sveriges Radio och Thomas Johansson / TT

Zilamê ku li ser înternetê têkiliyên cinsî bi 110 keçên biçûk re daniye li dadgeha temyîzê cezayê 8 salan ê girtîgehê distîne ku di vî warî de cezayê herî giran e.

Dozger Åsa Askenbäck dibêje cezayê wî standî di cih de ye.

Ji ber gumanan û ji ber cidiyeta sûcên li ser keçikên biçûk me tim diyar kiriye ku divê ev zilam cezayê herî giran ê di vî warî de bistîne.

Zilamekî 47 salî par ji ber pedofîlî ango zarokbaziyê ya li ser înternetê li dadgeha destpêkê bi 7 salan hatibû ceza kirin, lê wî biryara dadgeha destpêkê biribû temyîzê.

Îro dadgeha temyîzê ya Göta Hovrätt biryarê dide ku zilam sûcdar e. Bi ser de jî cezayê ku dadgeha destpêkê dabû bi salekê zêde dike û zilêm bi 8 salên girtîgehê mehkûm dike.

Dadgehkirina zilêm par meha nîsanê dest pê kiribû û meha 11an a par dadgeha destpêkê ya Borås 7 sal ceza dabûyê.

Dema wî li ser înternetê têkilî bi keçikên biçûk re daniye wî xwe weke keç an kurên ciwan nîşan daye. Keçika herî biçûk ku zilêm têkilî pê re daniye 10 salî bû. Piraniya 114ên keçên din jî di navbera 12 û 14 salan de bûne.

Zilêm îdia dikir ku hejmara qurbaniyan ne rast e û wî bi 60 keçên ku weke qurbanî têne nîşan dan re têkilî nedaniye. Lê dadgeh ti delîlên pêbawer ji bo vê nabîne.

Ev doz li Swêdê weke doza herî mezin a di vî warî de tê dîtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".